"Em ê tu carî destûrê nedin ku çavê xwe berdin welatê me"

Serokê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan di "Merasima Mezûniyeta Binefserên Bipeyman ên Heyama Duyemîn a Akademiya Ewlehiya Peravê û Cendirmeyan" a ku li Stadyuma Akademiya Ewlehiya Peravê û Cendirmeyan hat kirin de axivî.

"Em ê tu carî destûrê nedin ku çavê xwe berdin welatê me"

Serokê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan di "Merasima Mezûniyeta Binefserên Bipeyman ên Heyama Duyemîn a Akademiya Ewlehiya Peravê û Cendirmeyan" a ku li Stadyuma Akademiya Ewlehiya Peravê û Cendirmeyan hat kirin de axivî.

 "Em ê tu carî destûrê nedin ku çavê xwe berdin welatê me"

Serok Erdogan bal kişand ku dê tu carî ji serxwebûn, rûmet û bekaya neteweyî tewîzê nedin û wiha axivî: 

Serok Erdogan: "Ev hezar sal in ku em bi vê rihê ku îlham da rêzikên Sirûda me ya Neteweyî, bi vê hesta xwedayînê me karî van axan biparêzin, înşeallah em ê heta hetayê bi vî awayî di rêya xwe de biçin. Em ê ji serxwebûna xwe, rûmeta xwe, bekaya xwe ya neteweyî tewîzê nedin, li vê erdnîgariyê jiyana xwe ya azadene bidomînin. Nav, nasnav û cusseya wê çi dibe bila bibe em ê tu carî destûrê nedin ku tu kes çavê xwe berde welatê me. Me bi wêrekiya qehremanên têkoşîna neteweyî yên ku bi paroleya 'yan îstiqlal an mirin' reviyan eniyên şer ev roj dîtin. Em bi saya egîdiya mirovên Anadoluyê ya wekî herî dawî di şeva 15ê temûzê de jin û mêr, ciwan û kal ji bo parastina îradeya xwe hember tankan sekinîn hê jî dikarin ku azadene bijîn.

Heta ku gel û dewleta me wiha mil bi mil be ewelallah tu hêzekî bikare vî welatî hêsîr bigire tune. Heta ku hêzên me yên ewlehiyê di nav kordînasyoneke tam de peywira xwe bikin ji aliyê kî ve tê hîmayekirin bila bê hîmayekirin tu rêxistineke terorê ya ku bikare zirarê bide me tune. Heta ku basîret û feraseta gelê me hebe tu dezgeh, tu fîtkirin nikare me berde hev."

"Gorên xwe amade dikin dê ji me re zêde kar nehêlin"

Serok Erdogan got ku li Cerablûsê di çarçoveya Herekata Çiqlê Zeytûnê de li Efrînê pêngavên mezin bidestxistin û wiha axivî: "Ma me wan deran ew korîdora terorê ji kesên ku bi ser me de dihatin re ne kir gor? Me bi eskerên xwe re kir gor. Wekî ku hatin paş de çûn. Niha jî li dora Minbîcê xendeqan dikolin rast e gorên xwe dikolin. Wisa dixuyê ku dê ji me re zêde kar nehêlin."

Erdogan axaftina xwe wiha dewam kir: "Me wekî ku Efrîn azad kir emê Minbîc, Eyn el Ereb, Telabyadê jî axên din ên li bakurê Sûriyeyê jî ji zilma rêxistina terorê xilas bikin."AA

Dîroka nûkirinê: 27 Cotmeh 2018, 18:04
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE