"Emê tu carî dev ji îstiqlal, îstiqbal û azadiya xwe bernedin"

Serok Recep Tayyîp Erdogan: "Wek neviyên şehîdên Çanakkaleyê emê tu carî dev ji îstiqlal, îstiqbal û azadiya xwe bernedin."

"Emê tu carî dev ji îstiqlal, îstiqbal û azadiya xwe bernedin"

Serok Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan ji ber salvegera Serkeftina Behrê ya Çanakkaleyê ya 18ê Adarê peyamek weşand û got: "Wek neviyên şehîdên Çanakkaleyê emê tu carî dev ji îstiqlal, îstiqbal û azadiya xwe bernedin."

Li gor daxuyaniya Wezareta Ragihandinê ya Serokomariyê Erdogan ji ber 104emîn Salvegera Serkeftina Behrê ya Çanakkaleyê ya 18ê Adarê peyamek weşand.

Erdogan di peyama xwe da got ew bidurmet û rêz şehîdên Çanakkaleyê bi bîr tîne.

Serok Erdogan anî ziman şehîdên Çanakkaleyê li hember artêşên modern ên wê heyamê meydan xwendine û ew têk birine, vê destana ku ecdadan nivîsiye rewşa dîrokê guhertiye.

Peyama Erdogan wiha dewam kir: "Wek neviyên şehîdên Çanakkaleyê emê tu carî dev ji îstiqlal, îstiqbal û azadiya xwe bernedin. Em îro jî li dijî lîstikên ku dixwazin li ser welatê me bilîzin, li dijî planên xayîn yên li hemberî gelê me ne derdikevin. Em bi jin û mêr, kal û ciwan bi hemû welatiyên xwe va mil didin hevdu û ji bo avakirina dahatûyê dixebitin."

AA

Dîroka nûkirinê: 20 Adar 2019, 15:53
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE