''Em ê tu wextî nehêlin ku drama Mursî jî were jibîrkirin''

Serok Erdogan: "Çawa me nehişt ku cinayeta Cemal Kaşikçiyê rehmetî were jibîrkirin, em ê tu wextî nehêlin ku drama Mursî jî were jibîrkirin."

''Em ê tu wextî nehêlin ku drama Mursî jî were jibîrkirin''

Serok Recep Tayyîp Erdogan got: "Çawa me nehişt ku cinayeta Cemal Kaşikçiyê rehmetî were jibîrkirin, em ê tu wextî nehêlin ku drama Mursî jî were jibîrkirin."

Ji axaftina Serokomar Erdogan hin sernavên derktin pêş ev in: 

"Çawa me nehişt ku cinayeta Cemal Kaşikçiyê rehmetî were jibîrkirin, em ê tu wextî nehêlin ku drama Mursî jî were jibîrkirin."

Em ê hemû derfetên hiqûqa navneteweyî biemilînin û ji bo ku mesele (wefata Mursî) ronî bibe, em ê têbikoşin.

Ez wisa bawer dikim ku Neteweyên Yekbûyî dê mirina biguman a Mursî teqez têxe rojeva xwe û dê ji berpirsyaran hesab bipirse.

Yên dersa heq, hiqûq, azadiyê didin me li hemberî Serokomarê ku ji sedî 52 gelê Misrê hilbijartibû û li mehkemeyê mir bêdeng bimînin jî, em bêdeng namînin.

Em tu wextî li hemberî wê yekê derketin û em dernakevin jî ku organên weşan û çapemeniyê li ser navê gel siyasetmedaran kontrol bikin û ji bo berjewendiyên gel çavdêriyê bikin. Bereksê wê, em li dijî wê yekê derdikevin ku çapemeniya ku divê bibe amûrê kontrolê, wekî amûrê zordestiyê, wekî alava teşedayîna di warê siyasetê da were şixulandin û emilandin.

Kesên ku qelem û kameraya xwe kirine bin fermana rêxistinên terorê li ber çavê me tu wextan nabin rojnameger. Kesên ku timî me rexne dikin, bi zanetî vê yekê nabînin.

Li hemberî kedkarên çapemeniyê yên hewl didin rastî derkevin holê hin caran canê xwe dayînê jî natirsin wezîfeya xwe dikin, rêza me bêsînor e. Lê kesên şûna ku teceliya heqîqatê derxin holê bixebitin, ji bo têkbirina desthilatiyê wek siyasetmedarekî muhterîs tevdigerin li ber çavê me ne rojnamevan in."

AA

Dîroka nûkirinê: 20 Hezîran 2019, 16:33
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE