"Em ê wan bi pergalên NATOyê ra entegre nekin"

Wezîrê Parastina Neteweyî Hulusî Akar beşdarî bernameyeke televizyona El Cezîreyê ya bi navê "Talk to Al Jazeera" bû û li wir pirsên der barê rojevê da bersivandin.

"Em ê wan bi pergalên NATOyê ra entegre nekin"

Wezîrê Parastina Neteweyî Hulusî Akar beşdarî bernameyeke televizyona El Cezîreyê ya bi navê "Talk to Al Jazeera" bû û li wir pirsên der barê rojevê da bersivandin.

Li ser pirsa S-400 wê li gor pergala parastina Tirkiyeyê bêne entegrekirin an ew ê bi awayekî 'stand alone system (pergalên serbixwe' bêne bikaranîn, Akar wiha bersiv da: "Ji serî va em vê dibêjin, helbet ew ê wek pergaleke serbixwe bêne bikaranîn. Em ê wan bi pergalên NATOyê ra entegre nekin, ew ê serbixwe bixebitin."

Akar pirsa der barê têkiliyên Tirkiye û Amerîkayê yên li ser mijara projeya F-35an da bi bîr xist ku dema Serokomar Recep Tayyîp Erdogan çûye Washîngtonê ew li ser vê mijarê bi Serokê Amerîkayê Donald Trump ra axiviye.

Akar got Tirkiye yek ji wan şirîkê vê bernamayê hemû berpirsyariyên xwe bi cih tîne û wiha dewam kir: "Em dixwazin Amerîka di serî da şirîkên me jî wek me berpirsyariyên xwe bi awayekî hesas bi cih bînin, ev heqê me ye. Ya ku em dixwazin ev e."

Wezîr Akar wiha dewam kir: "Di demê da me xwest em şûna S-400an Patrîotan bistînin, lê nebû. Dema nebû me jî S-400 kirîn. F-35 nebûna jî hewcedariya hêzên me yên çekdar bi van heye. Ji bo parastina welatê me û ewlehiya me F-35 çek û alaveke girîng e. Dema kirîna vê ne mumkin be helbet em ê mecbur bimînin rêyên din bigerin, divê her kes vê bizanibe."AA

Dîroka nûkirinê: 23 Mijdar 2019, 16:46
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE