“Em wan hemû kesan didin ser serê xwe ku di dilê wan da hub û hezkirina welat heye“

“Em wan hemû kesan didin ser serê xwe ku di dilê wan da hub û hezkirina welat heye“

Dîmenên bernameya duh a kombûna digel ciwanan a Serokomar Recep Tayyip Erdogan a li Pirtûkxaneya Gel a Parêzgehê ya Şenay Aybuke Yalçina Şehîd a li Batmanê, hatin parvekirin.

Serokomar Erdogan di destpêka axaftina xwe da Şenay Aybuke Yalçina şehîd bi rehmet bi bîr anî, ji bo hemû peywirdarên qamûyê, hêzên ewlekariyê û eskeran ên ku dema xizmeta gel dikirin, ji hêla rêxistina terorê bi nemerdî hatin şehîdkirin, ji Xwedê rehmet xwest.

Erdogan wiha got, "Em ê xwedî li welat, ala, îstiqlal û îstiqbala xwe derkevin ku şehîdên me ji bo wê canê xwe feda kirin."

Erdogan bal kişand ku wan li Batmanê rojeke mustesna derbas kir, ew pir kelecanî bûn ku Bendav û Santrala Hîdroelektrîk a Ilisuyê ket xizmetê. Erdogan got, Projeya Ilisuyê ya ku 4emîn veberhênana mezin a welêt a hîdroelektrîkê ye, pir li Batmanê hat.

Serokomar Erdogan destîşan kir, bi 4 milyar û 120 milyon kîlovatsaet enerjiya ku dê hilberîne va bendav dê salewextê 3 milyar lire dahatê bîne. Erdogan her wiha hêvî kir ku ev veberhênan bi xêr be.

Erdogan da bibîrxistin ku ew beşdarî merasima vekirina giştî ya xizmetan bûn ku hikûmetê û sektora taybet ji bo bajar pêk anîn û wiha dewam kir:

"Ez wiha difikirim, 20 sal berê ez ji bo mitîngan hatibûm Batmanê. Lê ka ew Batmana berê û ya niha. Berawirdkirin ne pêkan e. Hûn niha jixwe derdora 20 salî ne. Ne mumkin e ku Batmana wê demê were bîra we. Helbet ew roj pir baş tên bîra min. Emir bû 67. Derdora 30 saliya xwe ji bo mitîngê ez hatibûm vir. Ji wê demê heta vê demê Batman çawa gihîşt vî halî? Helbet hemd ji Xwedê ra me di 19, 20 salan da ev Batman înşa kir. Wê demê ne perwerde, ne nexweşxane tiştek tunebû. Niha zanîngeh heye, nexweşxane heye. Niha jî em nexweşxaneya 500 nivînî çêdikin. Her wiha li navçeyan jî me nexweşxane çêkirin. Wê demê li Batmanê rê tunebû, bi tenê rêya jihevqetandî, 30 kîlometre hebû. Niha me ev rê derxist 149 kîlometreyî. Wê demê balafirgeh tunebû. Îja hûn Batmanê bi binesazî û seresaziya niha va li gorî berê berawird bikin."

Serokomar Erdogan qala avahiyên TOKI çêdike û vîlayên li Ilisûyê avakirine kir û got: "Ji bo ev neyên çêkirin çi nekirin, ji bo bidin sekinandin mayê ji destê wan hat kirin. Lê em ji ya xwe da nehatin xwarê. Ew jî li aliyekî me berhemên dîrokî yên li wê derê bûn rakir û li cihên wan ên nû bi cî kir."

- "Ji mîtîngên me dikir jê ya herî xweş me îro kir"

Erdogan ragihand ku karên ew dikin karên ne ji rêzê ne û bo vê jî lazime aqil û hemû derfet bên seferberkirin û bal kişand ser wan kesên dibêjin "Hûn çima çêdikin? Ma qey karekî we yê din tuneye?" û wiha pê da çû: "Em çêdikin lewra di qada çand û turîzmê da wê evder bibe navend. Bi saya vê wê bala li ser vê derê zêde bibe. Çawa be balafirgeha me jî heye û kesên ku wê meraq bikin û bixwazin werin bibîbînin wê hebin. Di nav vê bendavê da ev kar çawa hatin kirin, çawa lê kirin. Ew pire û hwd. Ew çawa hatin avakirin? Ev hemû bi evîn û hezkirinê çêdibibe ciwanno. Mîna Neşet Ertaş dibêje 'Kesê bi evînê baz bide naweste' û ez jî dibêjim evîn ew tişte ku meriv bi hezkiriya xwe ra tune dibe. Bi gotinê nayê dotinê. Ji ber hezkirina xwîşk û birayên xwe yên Batmanî em gelek kêfxweş in. Meydana li Batmanê îro pir cihê bû û ji mîtîngên me dikir jê ya herî xweş me îro kir. Ezji hemû xwîşk û birayên xwe yên Batmanî ra u me îro ezimandin ra spas dikim. Rebbê min biratiya me xurt bike."

Erdogan ragihand ku ji ber kok, ziman û baweriyê ew tu cihêkariyê nakin navbera welatiyan û ji dil û can ji hemûyan hez dikin û 84 milyon welatî layiqê heman hurmet û xizmetê dibînin.

- "Me rê neda siyaseta îstismarê"

Serokomar Erdogan destnîşan kir qadroya ev 19 sale desthilatdar e bi heman nêrînê tevgeriyan, gorî herêma tevnegeriyan û cihêkariyê nekirin navbera rojhilat û rojava û wiha domand: "Me li rojava çi veberhênanî kiribe li rojhilat jî heman veberhênanî kir. Ji perwerdehiyê bigir heta tendûristî û rêyan. Me cihêkarî nekir navbera mirovan. Di dema rê çêkirinê da li wan mîmar û endezyaran roj reşkirin ji alî HDP û PKKê va nehat kirin ma ew nebûn? Li van deran birayên me şehîd kirin. Çi gunehê mamosteya me Aybukeyê hebû? Wê li vê derê zarokên Kurd perwerde nedikir? Ew şehîd kirin. Çi gunehê Necmettîn Xoce hebû. Di emrê xwe yê ciwan da wek mamoste hat van deran û ew jî şehîd kirin. Bi heman awayî gelek qeymeqaman şehîd nekirin? Ji ber vê jî gelek karên me hene. Em rê nadin siyaseta îstismarê lê wan da. Me ne ji bo cihêkariyê me ji bo bihevragirêdanê hewl da."

Ne ji bo fesadiyê ji bo xurtkirina biratiya me em xebitîn. Me got Tirkiye bi hemû rengên xwe va welatê me yê hevpar e. Alaya ku em di bin siya wê da aramiyê hîs dikin, alayama me ya hevpar e. Me got azana rojê pênc caran tê bangkirin û esmanê me dixemilîne nirxê me yê hevpar e. Sirûda me ya Îstiqlalê ya ku bi gotina "netirse" va dest pê dike sembola hîsa hevpar a 84 milyonan e. Baş e, lê ji bo HDPyê ev wisa ne? Dema li Parlamentoyê Sirûda neteweyî tê gotin ew nabêjin. Divê em van tiştan gelek baş hîn bibin û vebêjin. Çawa ku meriv kevirekî davêje nav ava zelal ew pêl bi pêl ber bi peravê va diçe, hûn jî wek wê kevirê davêjin nava zelal ji hemû hevalên me yên ciwan ra divê van tiştan bibêjin."

08.11.2021 

Serokomar Erdogan: Em wan hemû kesan didin ser serê xwe ku di dilê wan da hub û hezkirina welat heye 

- "Tekane daxwaza me ji we ew e ku dewleta xwe bawer bikin"

Erdogan anî ziman Tirk, Kurd, Laz, Çerkez, Gurcî, Ereb, her kes ji heman axê ye û wiha got: "Her kesê ku vî welatî hez dike, armanc û xeyalên wî ji bo vê axê heye, Tirkiyeyê difikire xwedî kîjan nêrîna siyasî dibe bila bibe cihê wî li ser serê me heye. Tirkiye welatekî wisa mezin, dewlemend û xweser e ku nikare di nav sînorên hin îdeolojiyan da bê hepiskirin. Bi taybetî em qîmetê didin ciwanên me û kelecana wan ku ew dixwazin xwe û welatê xwe dinyayê bidin nasîn. Her cihê ku em diçin em dibin şahidê vê coşa wan. Li Herêma Rojhilat û Başûrê Rojhilatê Anadoluyê li gor çar pênc salên berê rewşeke cuda heye.Tirkiye çiqas ji tundî û zilma rêxistina terorê xelas bibe, veberhênan jî ewqas zêde dibin. Siya terorê çiqas ji ser me rabe, ciwanên me jî ewqas biewle û bihêviyê dahatûyê dinihêrin. Birînên faşîzma partiya tekane yên di hiş û dilê birayên me da çiqas bikevin, biratiya me jî ewqas xurt dibe. Li welatê me ewlehî û aramî çêbibe, ji turîzmê bigire heta îstihdamê di her qadê da geşedaneke dîrokî jî çêdibe. Waye Diyarbekir, waye Mêrdîn, waye Ilisû, Înşallah turîzm wê li van deran pêşva here. Li ser wan rêyên ku demekê rêxistina terorê rê dibirî hatin û çûyîn bênavber dewam dike. Em ê înşallah vê rewşa pêşketin, azadî û biratiyê bêtir pêşva bibin. Ji bo hûn ciwanên ronahiya çavên me xeyalên xwe pêk bînin em ê her tim bixebitin."

Serokomar Erdogan anî ziman 19 sal e ew destûrê nadin wan kesên ku dixwazin li ser xwîna ciwanan ji xwe ra tiştan bikin û wan hejmara 76 zanîngehan derxistiye 207 zanîngehan û wiha dewam kir:

"Ciwanên Batmanî ji bo zanînehê ji vir radibûn diçûn ku derê? Diçû Enqereyê, an jî Stenbolê. An jî diçû bajarekî rojavayê. Me zanîngeh anî li ber lingê ciwanên Batmanî. Tekane daxwaza me ji we ew e ku dewleta xwe bawer bikin, ji xwe bawer bikin û tu carê ji bîr nekin ku hûn ewladê miletekî mezin in. Tenê hûn dev ji yekîtî û hevrabûna xwe bernedin û destûrê nedin ku toximê fesadiyê bavêjin navbera we. Tenê hûn ji wan kesên dema devê xwe vedikin bedbîniyê dixin nav gel bawer nekin bes e. Jixwe dawiya wê bixwe wê were."

"Ez pir eşkere dibêjim, teror kêrî wan tê"

Serokomar Erdogan li ser pirsa ku Dayikên Diyarbekirê ev du sal in têkoşînê didin, gelo mixalefet çima piştgiriyê nade wan, wiha got, "Derdekî wan ê wisa tuneye, ez pir eşkere dibêjim ku teror kêrî wan tê û ji kîsê terorê dixwin."

Erdogan diyar kir, kesên ku ji kîsê terorê dixwin ranabin naçin serdana Dayikên Diyarbekirê, yên Wanê û Mûşê û wiha dewam kir: "Ew birayên me ne, şewata dilê wan, şewata dilê me ye. Zarokên ku emrê wan 13-14-15 sal in û revandine serê çiyan kêrî van tê, bê exlaqiyeke ev qas dibe? Û di destê me da belge hene ku terorîstên mezin ên ku di emrê bavê wan da ne, van zarokan tacîz dikin. Ev ew qas bê exlaq û bê edeb in. Digel van hemû tiştan ka qet Rojavayî hatin ziyareta Dayikên Diyarbekirê, Rojavayî jî nehatin, lê heke ji wan hinek li vir bûna wê hemû revî revî bihatana ziyareta wan. Werin jî neyên jî ez Dayikên Diyarbekirê, bavan bi taybetî pîroz dikim, hembêz dikim û bi wan serbilind im. Lewra havîn û zivistan li ber wî derî sekinîn, hemû jî hêvîdar û bawer dikin ku zarokên din jî wê werin û wisa dewam dikin, mesele ev e. Înşeallah Rebb min wê rojê jî nîşanî wan bide û ez hêvî dikim ku înşeallah ew hemû bigihêjin ewladên xwe. Em jî wê rojê bibînin û kêfxweş bibin."

"Me biryar da em tezmînatên ku qezenc dikin wekî burs bidin xwendekaran"

Ciwanekî ku ji Ispartayê beşdarî bernameyê bû bi bîr xist ku Serokomar Erdogan demek berê ji Serokê Giştî yê CHPyê Kemal Kiliçdaroglu doza tezmînatê ya menewî qezenc kir. Erdogan li ser vê diyar kir, pereyê ku wan ji vê derê qezenc kir, wê wekî burs bidin xwendekarên Zanîngeha Recep Tayyîp Erdogan û wan biryara vê wisa da û wî bi vî rengî telîmat da parêzerê xwe. Erdogan wiha got, "Çi qas were, hezkî bira ji wê derê, hezkî ji kesekî dinê, înşeallah em ê hemû ji wê derê ra bişînin."

Erdogan li ser pirsa xwendekarekî ji Zanîngeha Batmanê ya li her bajarî vekirina zanîngehê tê rexnekirin jî wiha got, "Hûn çîroka rovî dizanin ne wisa? Dema ku devê wê negihêje tiriyê jê ra çi gotiye, cûr. Hûn vê dizanin? Vêga ev jî dest û devê wan nagihêje tiriyê jê ra cûr dibêjin. Vê heke ku li vê derê zanîngeh tunebûye, te yê çi bikira? An ji ber nebûna zanîngehê tu yê neçûyayî zanîngehê an jî tu yê biçûyayî Stenbol-Enqereyê. JI ber wê jî di vê mijarê da tiştekî ku van kiribe tuneye."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE