"Em ê wek AK Partiyeke cuda derkevin pêşberî gelê xwe"

Serok Erdogan: "Hilbijartin wê di Hezîrana 2023yan bê kirin. Di hilbijartina 4 sal bi şun da em ê bi kelecana roja ewil ku hat avakirin bi tecrubeya 22 salan wek AK Partiyeke cuda derkevin pêşberî gelê xwe."

"Em ê wek AK Partiyeke cuda derkevin pêşberî gelê xwe"

Serokkomar û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan der heqê hevdîtinên ji bona avakirina herêma ewle da wiha got: "Çi encam derkeve jî em dixwazin korîdora terorê ya li rojhilatê Feratê belawela bikin."

Erdogan li Navenda Giştî ya AK Partiyê di Civîna Serokên Bajaran ya Berfireh ya 130yemîn ya AK Partiyê da axivî.

Serok Erdogan destnîşan kir hilbijartin wê di Hezîrana 2023yan bê kirin û wiha got: "Heta wê çaxê em ê di her warî da xebatên berfireh bikin. Di hilbijartina 4 sal bi şun da em ê bi kelecana roja ewil ku hat avakirin bi tecrubeya 22 salan wek AK Partiyeke cuda derkevin pêşberî gelê xwe."

Erdogan diyar kir heger bingeh zexim be hemd ji Xwedê ra kadroya çêdibe jî ji xwe bawer, xwedî exlaq, jêhatî û têr û tije dibe û got ku ev partî înşellah di pêşerojê da jî wê ji bona gel û dewlata me xizmetê bike.

Serok Erdogan destnîşan kir kesên êdî nikarin vî barê muqedes ku em jê ra bûn hemal ragirin beriya bên hişyarkirin divê demildest vê alayê dewrî hevalên xwe yên din yên dozê bikin û wiha peyivî: "Ez dixwazim piştî ku hûn vegeriyan bajarên xwe bi derengî nekevin û xwe bigihînin xwîşk û birayên me yên ku ji 2001an vir da di partiya me da cî girtine. Ez dixwazim hûn derd û pirsgirêkên wan guhdarî bikin, çareser bikin û dilê wan xweş bikin. Eleqeya xwe ya bi wan ra qut nekin."

Erdogan der heqê Herekata Pençeyê da diyar kir êrîşa li Hewlêrê dijî wezîfedarê konsolosxaneya Tirkiyeyê hat kirin nîşan dide ku ev herekat çiqas di cî da ye û wiha axivî: Erdogan: "Armanca me ew e ne li çiyayên asê ku li ser xeta sînor in li deştê rê li ber terorîstan bigirin û xeteke ewle ava bikin. Dema em bi ser bikevin wê pirsgirêka me ya Qendîlê jî nemîne."

Serok Erdogan destnîşan kir çi dibe bira bibe wê nehêlin keştiya Tirkiyeyê qul bibe û keleha Tirkiyeyê xisarê bibîne.

Erdogan der barê hevdîtinên ji bona avakirina herêma ewle da got ku çi encam derkeve jî em dixwazin korîdora terorê ya li rojhilatê Feratê belawela bikin.

Serok Erdogan der barê mijara S-400an da diyar kir piştî montaj û perwerdeyê wê di Nîsana 2020an da bikaribin dest bi emilandina vê pergalê bikin.

Erdogan der barê rewşa li Sûriyeyê da got ku kesên îro li herêmê bi saya hêzên biyanî mêraniyê dikin sibê yan wê bikevin binê erdê yan jî wê bi ziletê razî bibin.

Serok Erdogan ji bona F35an wiha axivî: "Hûn F35an nadin? Li qisûrê mêze nekin em ê di wê mijarê da jî tevdîrên xwe hildin û berê xwe bidin dereke din."

Erdogan balê kişand ser biryara Bankeya Navendî û got ku biryara Bankeya Navendî ya duh girîng dibînim û em ê bibînin ku wê pê ra jî enflasyon dakeve.

Serok Erdogan di berdewamiyê da got ku em ê payîzê pêvajoya Kongreya Mezin ya Asayî ya 7emîn bidin destpêkirin.

Dîroka nûkirinê: 26 Tîrmeh 2019, 18:28
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE