"Em wek partî 365 rojên salê, 24 saetan di xizmeta gelê xwe da ne"

Serok Erdogan: "Em wek partî 365 rojên salê, 24 saetan di xizmeta gelê xwe da ne"

"Em wek partî 365 rojên salê, 24 saetan di xizmeta gelê xwe da ne"

Serokkomar û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan ji Koşka Vahdettîn bi rêya vîdeoyê beşdarî Kongreya Asayî ya 7emîn ya AK Partiyê ya bajarên Manisa, Aydın, Mardin, Adıyaman, Kilis, Bingol, Bitlis, Elazığ û Muşê bû.

Serok Erdogan behsa AK Partiyê kir û der barê partiya xwe da wiha axivî: "Em wek partî 365 rojên salê, 24 saetan di xizmeta gelê xwe da ne. AK Partî partiyeke ku gel avakiriye û heta îro aniye ye. AK Partî tu caran tenê dema hilbijartinê neçû gel, nebû partiyeke ku tenê wê demê deriyê însanan dixe. Şert û merc çi dibe bila bibe, kadroya me girêdayî îradeya neteweyî ye."

- "Emê heta dawiya sibatê hemû kongreyên xwe yên bajaran temam bikin"

Der barê kongreyên AK Partiyê da Erdogan wiha got: "Emê înşallah heta dawiya meha sibatê hemû kongreyên xwe yên bajaran temam bikin û armanca me ew e ku beriya Kongreya Mezin a Asayî ya 7emîn em amadehiyên xwe temam bikin."

Ji bo xebat û xizmetên AK Partiyê Erdogan got wan di nav 18 salan da gelek tişt kiriye û wiha pê da çû: "Ji bo ku di aboriyê da pêşketineke xurt bibe em reforman didomînin û polîtîkayên ku me pêşva biribûn em bibiryar dimeşînin. Berhemên girîng yên ku bûne sembola fîzîkî ya welatê me jê qismeke mezin me ava kir. Me xizmetên ku di dîroka komarê da di her qadê da hatine kirin jê zêdetir xizmetan kir û me ev têkoşîn domand. Me bi bernameyên xwe va nîşan da ku em her tim li gel her yek ferdên miletê xwe ne. Ji perwerdeyê heta tenduristiyê, ji gihandinê heta vejenê, ji pîşesaziyê heta bazirganiyê di her qadê da em di nav pêvajoyeke pêşketî da ne. Em potansiyela welatê me li gor tevgereke veberhênan, geşedan, mezinbûn, îstihdam û îxracatê dimeşînin. Me gavên herî zehmet ên têkoşîna dîrokî li dû xwe hîşt, ji vir şûn da dem ew dem e ku em çandiniya toximên ku me avêtibûn berhev bikin."

- "Li gor wan demokrasî heke tenê xizmeta wan bike tişteke baş e"

Serok Erdogan ji bo kesên li ser navê demokrasiyê rexneyên tûj dikin wiha axivî: "Kesên li ser navê demokrasiyê rexneyan dikin dema dikevin tengasiyê li ser navê demokrasiyê tevgerên herî şerm jî dikin. Lewra li gor wan demokrasî heke tenê xizmeta wan bike tişteke baş e."

- Hilbijartinên 2023an

Erdogan der barê hilbijartinên sala 2023yan da wiha axivî: "Niha hilbijartinên 2023an li pêş me ye. Helbet her hilbijartin girîng e û ji hêla gavên paşê yên welêt pir girîng e. Hilbijartinên 2023an ji bo dîroka welatê me wê di xaleke dîrokî ya girîng da çêbibin."

Serok Erdogan Serokê Giştî yê CHPyê Kemal Kiliçdaroglu rexne kir û wiha axivî: "Kesê ku li serê CHPyê li hemberî tacîz û destdirêjiya ku di partiya wî da çêbûn 65 roj e bêdeng e."

- "Rûyê partiya me her tim li aliyê dahatûyê bû"

Der barê AK Partiyê da Erdogan wiha got: "Rûyê partiya me her tim li aliyê dahatûyê bû û emê vê tevgera xwe wiha bidomînin. Tekane partî partiya me ye ku ji bo dahatûya welat û gelê me xwedî armancan û projeyan e. Yên mayî di dawiya 18 salan da ji bilî ku tiştên me kirine rexne bikin tu tiştekî nû jî negotin û hê jî nabêjin."

- "Li herêma me êdî ji bo talankirina çavkaniyên sirûştî şerên navxweyî birehetî çênabin

Ji bo êrîşên li hemberî Tirkiyeyê tên kirin Erdogan wiha got: "Hêza herêmî û kurewî ya Tirkiyeyê çiqas zêde be, êrîşên li hemberî welatê me jî ewqas zêde dibe, ev rastiyek e. Li herêma me êdî ji bo talankirina çavkaniyên sirûştî şerên navxweyî birehetî çênabin, bûyerên terorê nayên zêdekirin."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE