"Em ê welatê xwe di warê turîzma sporê da bikin wek navend"

Serokomar Recep Tayyip Erdogan: "Bi veberhênanên tesîsan va em ê welatê xwe di warê turîzma sporê da bikin wek navend."

"Em ê welatê xwe di warê turîzma sporê da bikin wek navend"

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan mizgînî da ciwanan û got: "Ez dixwazim vê mizgîniyê bidim ciwan û sporvanên me, Tesîsên Burhan Felek wê 7 roj û 24 saetan xizmêtê bide."

Serokomar Erdogan beşdarî merasima vekirina Pîsta Atletîzmê ya Burhan Felek bû û di axaftina xwe da diyar kir ku di qada sporê da veberhênan tên kirin û wiha pê da çû: "Bi veberhênanên tesîsan va em ê welatê xwe di warê turîzma sporê da bikin wek navend. Mîna hemû qadan di 17 salên dawîn da me di warê sporê da jî şoreşa çêkirina tesîsan ku bêhempa ye, kir. Îsal di olîmpiyadan da hêviya me ya ji werzişvanên me zêde ye. Baweriya me bi werzişvanên ku wê welatê me temsîl bikin heye. Em li seranserê welatê xwe 10 hezar bote bi cih dikin. Bi vî hawî welatiyên me wê bikaribin her gav basketbolê bileyîzin."

Erdogan got ku Shane Larkînê di werzişa basketbolê da girîng e êdî formeya tîma neteweyî ya Tirkiyeyê li xwe bike û bilîze û wiha pê da çû: "Bi 28 zanîngehên weqfê ra ji bo sporvanên ku di qada navneteweyî da nunertiya welatê me kirine peyman hat çêkirin ku ew sporvan li wan zanîngehan burs hildin."

Serokomar ji ciwanan xwest ku bila di qada xebatên dildariyê da çalak bin û wiha domand: "Sala pêş me herî kêm divê milyonek ciwanên me di nav xebatên dildariyê da cih bigirin û em vê dixwazin. Pêwîstiya me bi nifşeke ku tenê ji bo karbendiyê hewl bide ra na bi nifşeke ji xwe bawer û dema hewce bike milê wî di milê hevalê wî da be, heye. Her ewladên vî welatî ku em ji bona xwe bigihîjin feydeyê bidin wan mîna tovên em li ser vê axê bireşînin û şitilên ku em daynin wê mezin bibin. Em ji rêgeza spor ji bona her kesî ye bawer dikin. Loma jî em hewl didin ku her kes bikaribe ji derfet û îmkanên sportîf îstifade bike."AA

Dîroka nûkirinê: 08 Çile 2020, 18:07
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE