''Em ê welatekî ku ji aliyê aborî, eskerî, siyasî û dîplomatîk va zêdetir xurt têkevin 2023yan''

Rîcala dewletê bi serokatiya Serok Erdogan ji bo Cejna Serfiraziyê ya 30ê Tebaxê û Roja Artêşa Tirkiyeyê Anitkabîr ziyaret kir

''Em ê welatekî ku ji aliyê aborî, eskerî, siyasî û dîplomatîk va zêdetir xurt têkevin 2023yan''

 Rîcala dewletê bi serokatiya Serok Recep Tayyîp Erdogan ji bo Cejna Serfiraziyê ya 30ê Tebaxê û Roja Artêşa Tirkiyeyê Anitkabîr ziyaret kir.

Di çarçoveya pîrozbahiyên salvegera 98em a Serfiraziya Mezin da merasima ewil li Anitkabîrê hat lidarxistin. Rîcala dewletê ji Rêyan Şêran ra meşiya û merasimê dest pê kir.

Di korteja ku Serok Recep Tayyîp Erdogan serokatiya wê kir da Serokê Meclisê Mustafa Şentop, Alîkarê Serokkomar Fuat Oktay, Serokê Giştî yê CHPyê Kemal Kiliçdaroglu, endamên Kabîneya Serokkomariyê, Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî, Seroka Giştî ya ÎYÎ Partiyê Meral Akşener, serokên dezgehên daraza payebilind, fermandar, nûnerên partiyên siyasî, burokrat û rîcala dewletê ya din cih girt.

Serok Erdogan çelenga ku li ser motîfa heyv û stêrkê heye danî ber mozoleya Ataturk. Piştî rêzgirtinê Sirûda Îstiqlalê hat xwendin.

Erdogan û rîcala dewletê ya ku di protokolê da cih girt, paşê derbasî Kuleya Mîsaqa Millî bû. Erdogan li vê derê Deftera Taybet a Anitkabîrê îmze kir.

Serok Erdogan di defterê da wiha nivîsî:

"Di salvegera 98em a Serfiraziya Mezin da ku mizginiya serxwebûna me ye, Em Zatê we yê Alî û şehşdên me yên ezîz careke din bi rehmet bibîr tînin. Ji bo em Komara Tirkiyeyê ku emanetê we ye, pêş bixin, xurt bikin û derxin ser asta şaristaniyên hevçax, em dixebitin.

Em ê di 2023yan da sala 100em Komara xwe pîroz bikin. Em biryardar in ku weke welatekî ku ji aliyê aborî, eskerî, siyasî û dîplomatîk va zêdetir xurt, zêdetir serbixwe û zêdetir mureffeh têkevin 2023yan.

Ji Sûriyeyê heya Lîbyayê, ji Behra Reş heya Rojhilatê Behra Spî, ji vejenê heya têkoşîna terorê me li qadên cuda serkeftinên krîtîk bi dest xistin. Ev serkeftin nîşaneya herî zelal a îradeya me ya parastina welatê me û berjewendiyên me ne. Tirkiye bi taybetî li Rojhilatê Behra Spî wê li ber zimanê tehdîd, çavtirsandin û şantajê çok venede, wê parastina mafê ku ji hiqûqa navneteweyî û peymanên dualî hatine bidestxistin, bidomîne. Ruhê te şa be."

Welatiyan li Anitkabîrê eleqe nîşanî Serok Erdogan da.

Piştî merasima dewletê, Anitkabîr ji ziyareta gel ra vebû.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE