"Em ê welatiyên xwe di binê barê zêdekirina bihayan da nehêlin"

"Em ê welatiyên xwe di binê barê zêdekirina bihayan da nehêlin"

Serokkomar û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan, "Em ê welatiyên xwe ne di binê barê pêlên di dowîzê da û ne jî di binê barê zêdekirina bihayan da bihêlin."

Erdogan li navenda giştî ya AK Partiyê di Civîna Serokên Bajaran ya Berfirehkirî ya 151emîn ya AK Partiyê da axivî.

Serok Erdogan destnîşan kir di sala 2021ê da ji 225 milyar dolarî zêdetir îxracat kirine û got ku ev jî nîşan dide ku em di rêyeke rast da ne.

Erdogan diyar kir wê welatiyên xwe ne di binê barê pêlên di dowîzê da û ne jî di binê barê zêdekirina bihayan da nehêlin û wiha got, "Bi pakêta tevdîran ku hat eşkerekirin me kefa li ser kurên dowîzê hilda. Em ê kefa li ser enflasyonê jî hildin û welatê xwe ji vê dîmena ku heq nake xilas bikin. Me tiştê herî dijwar li dû xwe hişt. Dem ew dem e ku em encamên keda xwe hildin û nîşan bidin ku em gav bi gav nêzîkî hedefên xwe û gelê xwe dibin."

Serok Erdogan di axaftina xwe da got em berdêla zêdekirina salewext ya peymana îcareyê ya 55 hezar cotkarên xwe ku eraziyên çandiniyên yên xezîneyê îcare kirine ji sedî 22yan dadixin ji sedî 9an.

Erdogan destnîşan kir CHPya Kemal Kiliçdaroglu CHPya rojanekirî ya salên 1940î ye ku zordest, jakoben û neyarê gel û nirxên gel bû û wiha peyivî, "(CHP) Di rêwîtiya ku qaşo ji bona hevhelalkirinê derdiketin da pir çûn yan hindik çûn û di dawiya dawî da dîsa vegeriyan faşîzma yekpartiyê. Di nava hiqûq û demokrasiyê da dev ji siyasetê berdan û bi pey nijdevaniya siyasî ketin. Li ser navê ku ji bona gel hesab bipirsin dest lîstina bi mafyatiyê kirin."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE