''Emê xebatên lêgerînê li rojhilatê Deryaya Spî bidomînin"

Serok Erdogan derbarê xebatên lêgerîna hîdrokarbonê li rojhilatê Deryaya Spî de got, "Bi heman biryardariyê em xebatên lêgerînê didomînin, emê bidomînin."

''Emê xebatên lêgerînê li rojhilatê Deryaya Spî bidomînin"

Serok Recep Tayyîp Erdogan derbarê xebatên lêgerîna hîdrokarbonê li rojhilatê Deryaya Spî de got, "Bi heman biryardariyê em xebatên lêgerînê didomînin, emê bidomînin."

Serok Erdogan digel Serokwezîrê Komara Qibrisa Bakur a Tirkî Ersin Tatar li Kulliyeya Serokomariyê piştî civînên dualî û yên di navbera heyetan de, civîneke çapemeniyê ya hevpar li dar xistin.

Serok Erdogan derbarê xebatên lêgerîna hîdrokarbonê li rojhilatê Deryaya Spî de got, "Bi heman biryardariyê em xebatên lêgerînê didomînin, emê bidomînin. Şayed heke hê jî hinek hebin ku ji tiştên qewimî ders nesitendibin, bêguman em amade ne bersiva pêwîst bidine wan."

Serok Erdogan got, "Em çawa berevaniya mafên xwe dikin, emê bi heman şêweyî di berevaniya berjewendiyên Tirkên Qibrisê yên li girav û herêmê de berdewam bin. Li Rojhilatê Deryaya Spî dê ti projeyeke ku Tirkiye yan jî Komara Qibrisa Bakur a Tirkî tune bihesibîne, nekeve rewacê."

Erdogan wiha pê deçû:

"Derketina pirsa Qibrisê jî dewamkirina wê heta îro jî bi temamî ji ber helwestên lihevnekir ên Rûman e. Ewên ku duh dixwestin bi rijandina xwîna Tirkên Qibrisê giravê bidest bixin, îro jî bi êrîşên siyasî û aborî di pey heman armancê de ne. Beşa Rûm a Qibrisê, bi tenê heke were ser zemîneke dilsoz û rast, dê ew rêya çareseriyê ya ku hemî kes li hêviyê ye, li giravê vebe."Serokê Komara Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan derbarê xebatên lêgerîna hîdrokarbonê li rojhilatê Deryaya Spî de got, "Bi heman biryardariyê em xebatên lêgerînê didomînin, emê bidomînin."

Serok Erdogan digel Serokwezîrê Komara Qibrisa Bakur a Tirkî Ersin Tatar li Kulliyeya Serokomariyê piştî civînên dualî û yên di navbera heyetan de, civîneke çapemeniyê ya hevpar li dar xistin.

Serok Erdogan derbarê xebatên lêgerîna hîdrokarbonê li rojhilatê Deryaya Spî de got, "Bi heman biryardariyê em xebatên lêgerînê didomînin, emê bidomînin. Şayed heke hê jî hinek hebin ku ji tiştên qewimî ders nesitendibin, bêguman em amade ne bersiva pêwîst bidine wan."

Serok Erdogan got, "Em çawa berevaniya mafên xwe dikin, emê bi heman şêweyî di berevaniya berjewendiyên Tirkên Qibrisê yên li girav û herêmê de berdewam bin. Li Rojhilatê Deryaya Spî dê ti projeyeke ku Tirkiye yan jî Komara Qibrisa Bakur a Tirkî tune bihesibîne, nekeve rewacê."

Erdogan wiha pê deçû:

"Derketina pirsa Qibrisê jî dewamkirina wê heta îro jî bi temamî ji ber helwestên lihevnekir ên Rûman e. Ewên ku duh dixwestin bi rijandina xwîna Tirkên Qibrisê giravê bidest bixin, îro jî bi êrîşên siyasî û aborî di pey heman armancê de ne. Beşa Rûm a Qibrisê, bi tenê heke were ser zemîneke dilsoz û rast, dê ew rêya çareseriyê ya ku hemî kes li hêviyê ye, li giravê vebe."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE