"Em ê xebatên xwe binihêrin û 16 mehên li pêş me wek derfetê bi kar bînin"

Serok Erdogan bi telefonê beşdarî Civîna Meclisa Şêwrê ya Bajêr a Samsunê ya AK Partiyê bû û bangî partiyiyan kir.

"Em ê xebatên xwe binihêrin û 16 mehên li pêş me wek derfetê bi kar bînin"

Serokomar û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan got "Helbet hinek wê gelek tiştan bibêjin, lê em ê li pêş xwe, xebatên xwe binihêrin û bi xîreteke zêdetir va 16 mehên li pêş me wek derfetê bi kar bînin."

Serokomar Erdogan bi telefonê beşdarî Civîna Meclisa Şêwrê ya Bajêr a Samsunê ya AK Partiyê bû û bangî partiyiyan kir.

Der barê biryarên ku wê di civînê da bên dayîn da Erdogan got bila ew ser xêrê bin û anî ziman ku teşkîlata Samsunê ji bo hilbijartinên 2023yan bi xîrekete mezin dixebite.

Erdogan got Xwedê yekitî û hevrabûna teşkîlatê zêde bike û zirarê nede vê yekitiyê.

Serokomar Erdogan anî ziman teşkîlatên AK Partiyê di siyasetê da dibin mînak û wiha axivî: "Helbet hinek wê gelek tiştan bibêjin, lê em ê li pêş xwe, xebatên xwe binihêrin û bi xîreteke zêdetir va 16 mehên li pêş me wek derfetê bi kar bînin. Tişta herî girîng a ku divê em bikin ew e ku em kesên nebihîstine ra behsa wan tiştên ku me di nav 20 salan da kiriye bikin. Ya ku divê em bibêjin tiştên me kirine ne. Divê tu karê me bi fitne, fesadî û xeybê ra tune be. Di vê xalê da baweriya min bi teşkîlata min heye."

Erdogan got divê kar û xizmetên AK Partiyê kirine ji welatiyan ra bê gotin ku ew emanetê teslîmê kadroyên AK Partiyê bikin û axaftina xwe wiha qedand: "Ez bi van hestan va silavê li we dikim. Ji ber wê dibêjim yek milet, yek ala, yek welat, yek dewlet. Em ê bibin yek, em ê mezin bibin, em ê bibin bira û bi hev ra bibin Tirkiye."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE