"em ê xwedî li statuya dîrokî û hiqûqî ya Qudsê derkevin "

Serok Recep Tayyip Erdoğan di Civîna giştî ya neteweyên yekbûyî de axivî....

"em ê xwedî li statuya dîrokî û hiqûqî ya Qudsê derkevin "

Serok Recep Tayyip Erdoğan di 73. Rûniştina neteweyên yekbûyî de axivî û rexne li Emerîkayê kir. Erdoğan mutebaqata li soçiyê ya derbarê îdlibê de bi bîr xist. Serok Erdoğan li ser kursiya neteweyên yekbûyî eşkere kir ku pêşî li komkujiyekê hatiye girtin.

ERDOĞAN LI NETEWEYÊN YEKBÛYÎ EMERÎKA HIŞYAR KIR

 Serok Erdogan: ”Kesên ku ji bo berjewendiyên xwe yên taktîkê,  bi 10 hezaran TIR û bi hezaran balafirên kargoyê çekan dişeynin terorîstan, wê teqez êşa vê yekê bikişînin. Li aliyekî piştgiriyê didin rêxistinên terorî li aliyê din jî deriyê xwe ji penaberan re digirin. Barê vê yekê jî datînin ser milê Tirkiye û hin welatên din. Ev yek wê siberoja tu kesî ewletir neke.”

Erdoğan piştgiriya çekan a Emerîkayê ya ji bo rêxistina terorî YPGê bi bîr xist.Him rexne kir, him jî hişyar.

LI ÎDLIBÊ BIRYARA HERÊMA BÊÇEK

Behsa mutebeqata Îdlibê ya li Soçiyê kir û got, “Komkujiyek hat astengkirin.”Serok armanca ji bo Sûriyeyê jî eşkere kir.

Serok Erdogan:”pêşî Helep û Hema armanca me ev e. Em ê ji Minbicê heya sînorê Iraqê, sînorê xwe ji terorîstan paqij bikin.”

Serok Erdoğan rexne li helwesta Emerîkayê ya derbarê Filistînê de jî kir û got:”kesên ku li ber zilma li Filistîniyan dengê xwe dernaxin, yên ji bo birîna alîkariyên bo Filistiniyan hewl didin, tenê alîkariyê didin zaliman. Hemû dinya berê pişta xwe bide jî em ê dîsa li gel Filistîniyên mezlûm bin, em ê xwedî li statuya dîrokî û hiqûqî ya Qudsê derkevin ku qibleya me ya ewil e."

Erdoğan derbarê aboriyê de jî rexne li Emerîkayê girtin.

Erdoğan got, “Aborî wekî çekeke şer tê bikaranîn û em li ber vê yekê bêdeng namînin.”

Serok Erdogan:”Zirara van rûdanên sosret wê herî dawî bigije welatên din jî.”

Serok Erdoğan careke din got, “Dinya ji 5an mezintir e.”Û ji bo Neteweyên Yekbûyî daxwaza reformê kir.

Serok Erdogan: Her ku wext derbas bû Neteweyên Yekbûyî ji pêkanîna hêviyên mirovan ên derbarê aştî û refahê de dûr ketiye."

Erdoğan piştî Serokê Emerîkayê Donald Trump derket ser kursî. Beriya axaftina xwe li salona Neteweyên Yekbûyî bi Serokê Emerîkayê Trump re qederek sohber kir.

Dîroka nûkirinê: 26 îlon 2018, 15:40
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE