"Em xwedî wê baweriyê ne ku wê aramî bi cih bibe"

 Welatiyên Sûriyeyê yên ku ji ber zilm û tehdayiya terorê û şer û pevçûna navxweyî ya li Sûriyeyê mal û milkên xwe terk kirine û li xerîbiyê dijîn piştgiriyê didin Herekata Kaniya Aştiyê ya Tirkiyeyê. 

"Em xwedî wê baweriyê ne ku wê aramî bi cih bibe"

 Welatiyên Sûriyeyê yên ku ji ber zilm û tehdayiya terorê û şer û pevçûna navxweyî ya li Sûriyeyê mal û milkên xwe terk kirine û li xerîbiyê dijîn piştgiriyê didin Herekata Kaniya Aştiyê ya Tirkiyeyê. 

Herekata Kaniya Aştiyê ya ku armanca wê ew e korîdora terorê ya dixwazin li ser sînorê başûr ê Tirkiyeyê ava bikin ji holê bê rakirin û li herêmê aştî û aramî bê pêkanîn, li bakurê Sûriyeyê ji hêla Artêşa Tirkiyeyê (TSK) û bi piştgiriya Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê (ANS) va li dijî YPG/PKK û DEAŞa rêxistinên terorê dewam dike. Welatiyên Sûriyeyê yên li xerîbiyê ne jî vê herekatê ji nêz va yekbiyek dişopînin.

"Înşeallah wê ewlehî dîsa li Sûriyeyê pêk bê"

Di nav kesên ji Sûriyeyê koç kirin da yek jî endezyarê elektrîk û elektronîkê Mihemed Çerçenazî yê ew tevî 4 zarokên xwe niha li Diyarbekirê bi cih bûye û rewşa li welatê xwe her roj ji nêz va dişopîne.

Çerçenazî bi zimanê Erebî daxuyanî da nûçegihanê AAyê got ku ew ji ber zilm û zordariya rêxistinên terorê ji welatê xwe derketin.

Di axaftina xwe da Çerçenazî destnîşan kir ku ew piştgiriyê didin Herekata Kaniya Aştiyê ya ku Tirkiye daye destpêkirin û hêvî dikin ku herêm ji rêxistinên terorê bê rizgarkirin û wiha pê da çû: "Em ji ber rêxistinên terorê hatin Tirkiyeyê. Miletê vî welatî deriyên xwe ji me ra vekir û alîkariya me kirin. Helbet em jî dixwazin vegerin ser mal û milkên xwe axa bav û kalên xwe. Em jî dixwazin ku herêma me bila ewle be û ev yek jî wê bi Herekata Kaniya Aştiyê va wê mimkun bibe."

"Em xwedî wê baweriyê ne ku wê aramî bi cih bibe"

Taha Yasînê (52) ku tevlî 6 zarokên xwe niha li Sêrtê jiyana xwe didomîne jî ragihadn ku ew piştevaniyê didin Hereketa Kaniya Aştiyê û wiha domand: "Ez li wê derê terzî bûm û ev kar ji bavê min mabû. Ez wisa bawer dikim ku bi saya Hereketa Kaniya Aştiyê ya eskerên Tirkiyeyê va wê hizûr û aramî li herêmê bi cih bibe. Cihên niha eskerên Tirkiyeyê lê ne aramî heye. Nas û dostên me yên u li Sûriyeyê ne jî li benda eskerên Tirkiyeyê ne ku cihên ew lê dijîn bikeve bin kontrola eskerên Tirkiyeyê."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE