Emerîka dagirkirina Israîlê dipejirîne

Mike Pompeo: Xaniyên Cihûyan yên li Şerîaya Rojava êdî ne derhiqûq in

Emerîka dagirkirina Israîlê dipejirîne

Devletên Yekbûyî yên Emerîkayê ji bo xaniyên cihûyan yên li şerîaya rojava got meşrû ne û li heremê rageşî dîsa zêde bû.

Serokê Filistînê Iştiyye got: “waşîngton guh nade qanûnên navneteweyî. yekîtiya ewropayê jî di daxuyaniya xwe de got bicîbûna cihûyan derqanûn e.

Emerîka ji bo piştgiriya Israîlê gaveke din avêt.

Rêveberiya Trump beriya niha Qudsa pîroz wek paytextê Israîlê qabul kiribû. Niha jî dibejê li Şerîaya Rojava bicîbûna Cihûyan li gorî qanûnan e.

Mike Pompeo: “cihên cihûyan yên li şerîaya rojava êdî li gor hiqûqa navneteweyî qanûnî ne. Rêveberiya Trump êdî polîtîkaya serokê berê obama ya li ser virê diguherîne”.

Pîştî vê daxuyaniyê ji bo Emerîkayê rexne li pey hev hatin.

Berdevkê Serokê Filistînê Mahmud Abbas Nebîl Ebu Redîne got: “Tu mafê Emerîkayê nîne ku xaniyên Israîlîyan ên li şerîaya rojava meşrû nîşan bide”.

Serokwezîrê Filistinê Muhammed Iştîyye jî got: “biryara sikandal ya Waşîngtonê nîşan dide ku hiqûqa navneteweyî ji bo wan ne girîng e”.

Tevgerên Hamas, Ênîya Rizgariya Gelê Filistînê û Cîhada Îslamî jî bertek nîşanî biryara Emerîkayê dan.

Yekîtiya Ewropayê jî ji biryara Emerîkayê nerazî ye.

Nûnerê Bilind yê Polîtîkayên Ewlehiyê û Têkîlîyên Derve yê Yekîtiya Ewropayê Federîca Mogherîniyê got: “Hemû xaniyên Israîlê yên li Şerîaya Rojava derqanûn in”.

Yekem wekîla misilman ya Kongreya Emerîkayê Îlhan Omar û Serokê Konseya Têkîlîyên Emerîka û Îslamê Nihad Avad jî bertek nîşanî daxuyaniya Emerîkayê dan .

Dîroka nûkirinê: 19 Mijdar 2019, 17:56
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE