Encama lêpirsîna êrîşa hewayî ya Amerîkayê: 10 sivîl hatine kuştin

Ji artêşa Amerîkayê îtiraf: Hemû kesên di êrîşa hewayî ya li nêzî Balafirgeha Kabulê da can dan sivîl bûn

Encama lêpirsîna êrîşa hewayî ya Amerîkayê: 10 sivîl hatine kuştin

 Fermandarê Hêzên Navendî ya Amerîkayê (CENTOM) Orgeneral Kenneth McKenzie diyar kir ku di êrîşa hewayî ya 29ê Tebaxê li nêzî Balafirhega Kabulê ya Efxanistanê li dar xistin da 10 kesên can dan hemû sivîl bûn û ji ber vê lêborîn xwest.

McKenzie, encama lêpirsîna der heqê êrîşa hewayî ya ku Amerîkayê di 29ê Tebaxê da li nêzî Balafirgeha Kabulê li dar xistibû eşkere kir.

McKenzei bi pergala vîdeo konferansê beşdarî civîna çapemeniyê ya rojane bû ku Berdevkê Wezareta Parastina Amerîkayê (Pentagon) John Kîrby dikir û got: "Li gor encamên me bi dest xist di wê êrîşa da 7 jê zarok 10 sivîl hatine kuştin. Di ser da jî tu eleqeya wan kesên di wesayîta kiribûn hedef da bûn bi DEAŞê ra tunebû û ji bo Amerîkayê jî talûke nebûn."

McKenzie ji bo kesên di êrîşê da hatin kuştin sersaxî da malbatan û wiha domand: "Ev êrîş bi armanca rê li ber talûkeyên ku hemberî hêzên me û sivîlên me texliye dikir, bigire hat kirin. Ez ji dil û can lêborînê dixwazim û hemû berpirsyariya vê êrîşê hildidim ser xwe."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE