"Endamtiya Tirkiyeyê divê nekin îhtirasa çend welatan"

Serok Erdoğan di 11.Konferansa Serbalyozan de axivî...

"Endamtiya Tirkiyeyê divê nekin îhtirasa çend welatan"

Serok Recep Tayyîp Erdogan beşdarî firavîna ku li Kuliyeya Serokomariyê dan beşdarbûyiyên Konferansa Balyozan a 11emîn bû.

Serok Erdogan der barê geşedanên ku demên dawîn li Sûriyeyê diqewimin da got ku "Em ê dema hewce bike bi diyalogê dema hewce dike bi hêmanên hêza nerm û cihê hewce da jî bi amûrên dîplomasiyê ya tehdeker jî bi bikaranîna hêza fiîlî dê teqez berjewendiyên xwe yên neteweyî biparêzin. Em ê înşeallah di demekê gelekî nêz da merhaleya ku me bi herekatên Mertala Firatê û Çiqlê Zeytûnê da destpêkirin derbasî merhaleyeke cuda bikin."

 "Em ji Amerîkayê dixwazin ku pêngavên li gor mitefîqiyê biavêjin"

Serok Erdogan got "Em ji Amerîkaya mitefîqê me yê NATOyê û hevkarê xwe yê stratejîk li bendê ne ku pêngavên li gor mitefîqiyeke rasteqîn biavêjin. Em ji Amerîkayê dixwazin ku him ji bo welatê me îadekirina serkirdeyên FETOyê him jî ji bo ku dawî li çekdayîna PKK/YPGya rêxistina terorê da pêngavên zelal biavêjin."

Erdogan behsa kirîna S-400an jî kir û ev got: "Tirkiye di mijara S-400an da ne ji bo ewlehiyê ne tercîheke stratejîk bi temamî tercîheke ticarî kiriye. Yê ku welatê me mecbûrî vê tercîhê kir helwesta lihevneker a mitefîqan e."

Erdogan der barê pêvajoya endamtiya YEyê da got ku "YE heke dixwaze ku bibe aktoreke gerdûnî divê pêşî Tirkiyeyê qezenc bike. Endamtiya Tirkiyeyê divê nekin îhtirasa çend welatan." 

Erdogan wiha axivî: "Em biryardar in kînora ku dibêjinê PKK ji axa Iraqê derxin û biavêjin."AA

Dîroka nûkirinê: 06 Tebax 2019, 17:40
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE