Entegrasyona xwendekarên sûriyeyî

Zarokên ku tevlî civakê nabin ji dibistanan dûr dikevin

Entegrasyona xwendekarên sûriyeyî

Entregrasyona zarokên sûriyeyî ji mijarên sereke yên krîza suriyeyê yek e. lewra bi hezaran zarokên sûriyeyî ji dibistanan dûr dimînin. ji bo çareseriya vê yekê komeleya bir iz’ê bi proyeja “yanyana” bale dikşîne vê mijarê. bi saya vê projeyê zarok tevlî civakê dibin û ji perwerdeyê bêpar namînin.

Bi milyonan penaberên Sûriyeyî ji ber şer koç kirin.

Piştî şer hewl didin ku dest bi jiyaneke nû bikin.

Bi taybetî ew şer tesirê li ser zarokan dike û ji dibistanan dûr dimînin.

Komeleya Bir Îz’ê bi projeya “YANYANA”yê bale dikşîne ser vê mijarê.

Bila zarokên Suriyeyî rastî cudakirine neyên û tevlî civakê bibin.

Seroka Komeleya BİR İZ’ê Özlem Mumcuoğlu :Zarokên ku ji van terapiyan derbas dibin, tesîreke baş dibînin. Zarokên ku rastî tundiyê hatine, naxwazin perwerdeya xwe ji ber tundiyê dewam bikin. Piştî van xebatan li ser wan guhertinek çêdibe. Bi taybetî li ser wan tundiya hevsalên wan heye. Hewceye zarok hêviyên xwe ji jiyanê nebirin”.

Ev proje ji aliyê Yekitiya Ewropayê tê finansekirin.

Seroka Beşa Delegasyona Türkiyeyê ya YE’yê Simona Gatti: 17:47 Mijara mihaciran mijareke gelekî berfireh e. Hewceyê ji her aliyî ve xebat berdewam bikin. Lê mijara mihaciran li her aliyê Cihanê pirsgirêkeke mezin e. Alikariya Tirkiyeyê ku him xelk him jî dewlet dide bi rastî jî gelekî mühim e. Em di vê meseleyê de bi hev re ne, ger piştgiriya Tirkiyeyê nebe hewlên me bikêrî tiştekî nayên.”

Mamosteyê zarokan dibêje bila her kes xwe bixe cihên mihaciran.

Mamosteyê Zarokên Sûriyeyî Arif Demir: “Tu kes naxwaze dev ji mal û axa xwe berde û biçe cihekî din. Divê em sedema hatina wan fehm bikin. Divê em bala xwe zêdetir bidin hev ku em bikaribin bi hev re bijîn.”

Dîroka nûkirinê: 26 îlon 2018, 09:57
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE