Erbaş kovara Charlîe Hebdoyê şermezar kir

Serokê Diyanetê Alî Erbaş, ji ber biryara weşandina karîkaturên ku heqaretê Hz. Mihemed dikin kovara Charlîe Hebdoyê şermezar kir.

Erbaş kovara Charlîe Hebdoyê şermezar kir

Kovara mîzahê ya Fransayê Charlîe Hebdoyê biryar da ku karîkaturên heqaretê li Hezretî Mihemed dikin dîsa biweşîne ku Serokê Karên Diyanetê Ali Erbaş ev biryar bi tundî şermezar kir.

Erbaş li ser hesabê xwe yê Twîtterê daxuyand ev biryara kovara Charlîe Hebdoyê tevgereke dijminatiyê ye û hedê xwe nezanîn e ku her ku diçe zêde dibe.

Di peyama xwe da Erbaş wiha got: "Weşandina karîkaturên dilê Misilmanan dihêle, heqareta li hemberî pîroziyên me tên kirin tevgereke provakatîf e ku ev nefret û hêrsê zêde dike, ji bo aştiya civakî darbeyek e. Ev biryar tu carê ne pêkan e bi azadiya çapemenî û îfadeyê va bê terîfkirin. Ez vê tevgera êrîşkar ya ku bi hişekî nexweş va tê kirin şermezar dikim û lenetê lê tînim."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE