Li Tuşbaya navçeya Wanê erd bi lerza 4,7ê hejiya.
Li gor agahiyên li ser malpera Serokatiya Rêveberiya Rewşa Acil û Afatê (AFAD) hatin weşandin, di saet 00.58an da li Tuşbaya navçeya Wanê erd bi lerza 4,7ê hejiya.
Hat tesbîtkirin ku erdhej 9,2 kîlomêtre di binê erdê da çêbû.
Di daxuyaniya Walîtiya Wanê da hat destnîşankirin ku li gor tesbîtên ewil di erdheja bi lerza 4,7ê da tiştek bi tu kesî nehat.
Mehmet Emîn Bîlmezê Waliya Wanê û Wekîlê Şaredarê Bajarê Mezin daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku li taxên lê erdhej çêbû ekîb xebatên teqîbatê didomînin.
AA