Erdheja li Îzmirê: Hejmara miriyan derket 39an

AFADê eşkere kir ku di erdheja li Îzmirê da hejmara miriyan derket 39an

Erdheja li Îzmirê: Hejmara miriyan derket 39an

Serokatiya Birêvebiriya Rewşa Acîl û Afatê ya Wezareta Karên Navxweyî (AFAD) ragihand ku jimara kesên di erdheja li Îzmirê da mirin derket 39an.

Di daxuyaniya AFADê ya di saet 22.15an da hat diyarkirin ku piştî erdhejê 40 jê ji 4an mezintir 658 erdhejên piştlerze çêbûn.

Di daxuyaniyê da hat ragihandin ku yek jê xeniqî 39 kes miirn, 885 kes birîndar bûn û li Îzmirê hê jî li 9 avahiyan xebatên lêgerîn û xilaskirinê dewam dikin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE