Erdheja Îzmirê:hejmara miriyan derket 107an

Serokatiya Birêvebiriya Rewşa Acîl û Afatê ya Wezareta Karên Navxweyî (AFAD) ragihand ku jimara kesên di erdheja Îzmirê da mirin derket 107an.

Erdheja Îzmirê:hejmara miriyan derket 107an

Serokatiya Birêvebiriya Rewşa Acîl û Afatê ya Wezareta Karên Navxweyî (AFAD) ragihand ku jimara kesên di erdheja Îzmirê da mirin derket 107an.

Li gor daxuyaniya AFADê piştî erdheja di 30yê cotmehê da 44 jê ji 4an mezintir bi tevahî hezar û 528 erdhejên piştlerze çêbûn.

Di erdhejê da 107 kes mirin, hezar û 27 kes birîndar bûn, ji birîndaran 883 jê ji nexweşxaneyê hatin derxistin, 144 kes tên dermankirin.

Li Îzmirê ji 17 avahiyên ku lê xebatên lêgerîn û xilaskirinê dewam dikin di 13an da xebat hatin temamkirin, di 4 avahiyan da jî xebat dewam dikin.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE