Erdogan bi karsazên Emerîkî re hat bal hev

Ji 30î behtir nûnerên fîrmayên Emerîkî beşdarî civîna li Beştepeyê bûn.

Erdogan bi karsazên Emerîkî re hat bal hev

Serok Recep Tayyîp Erdogan li kulliyeya Beştepeyê bi nûnerên şîrketên Emerîkî re civiya.

Serok Erdogan  ji wan re got: ''Pirsgirêkên bi rêveberiya Emerîkayê re divê tekîlîyên me yên li ser aborîyê xeraneke. Gavên pêwîst emê bıavêjın''.

Li Kullîyeya serokkomarîyê cîvîneke taybet hate kirin.

Serok Erdoxan nûnerê şîrketên Emerîkî yên ku li Tirkî di xebitin kabul kirin.

Serok Erdoxan got bi saya vê civînê em ê ji nêztir hevûdu nasbikin. Ji 30î behtir nûnerên şîrketan beşdarî civînê bûn. Civîn 2 seat û 40 daqîqayan dewam kir.

Serok Erdogan di civînê de got ev ne diriste ku em tekîlîyên xwe yên sîyasî û ekonomîk tevlîhev bikin.

Di qebûlê de Wezîrê Pîşesazî û Teknolojiyê Mustafa Varank, Wezîra Bazirganiyê Rûhsar Pekcan û Serokê Giştî yê AK Partiyê Lutfî Elvan jî amade bûn.

Dîroka nûkirinê: 20 îlon 2018, 10:10
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE