Erdogan bi telefonê digel dayika ku kurê xwe ji terorê rizgar kir axivî

Serok Erdogan bi telefonî digel Hacîre Akara ku li Diyarbekirê bi çalakiya rûniştinê li ber deriyê Serokatiya Wîlayetê ya HDPê kurê xwe ji destê rêxistina terorê rizgar kir, axivî.

Erdogan bi telefonê digel dayika ku kurê xwe ji terorê rizgar kir axivî

Serok Recep Tayyîp Erdogan peywendiyeke telefonî digel Hacîre Akara ku li Diyarbekirê bi çalakiya rûniştinê li ber deriyê Serokatiya Wîlayetê ya HDPê kurê xwe ji destê rêxistina terorê rizgar kir, encam da.

Serok Erdogan li Tonyaya navçeya Trabzonê beşdarî vekirina Foleya Mountain Resort Otelê bû û ji wêderê ve digel Akarê peywendiyeke bi dîmen encam da.

Erdogan pîrozbahî li Akarê kir û hêviyên derbasbûyînê lê kir û got, "We li ber xwe da û bi darê zorê we weledê xwe ji destê van xayinan rizgar kir. Ji ber vê li ser navê şexsê xwe û gelê xwe pîrozbahiyê li we dikim. Pêdiviya me bi dayikên wisa heye. Ji bo vê jî bi taybet ez we tebrîk dikim û çavê weledê we maç dikim. Xwedê yar û hogirê we be."

Akara ku ji ber ku bi Tirkî nedizanî weger bê yên derdora xwe dikir jî spasiya Serokomar Erdogan kir û wiha got, "Kurê min emanetî we ye."

Erdogan jî got, "Ser serê min û ser çavên min."

Akarê daxwaz ji Erdogan kir ku kurê wê neavêjin girtîgehê li ser vê Erdogan wiha bersiv da, "Em çima biavêjin? Em radestî te dikin, tu yê tişta pêwîst bikî. Em hertim li cem we ne, bi we re ne."

Di wê navberê de Parlementerê berê yê AK Partiyê yê Diyarbekirê Galîp Ensarîoglu û Sûna Kepoluya ku pêştir ji AK Partiyê bûbû namzêda parlementeriyê bi Kurdî digel Akarê axivîn.

Di dawiya axaftina ku Wezîrê Karê Derve Suleyman Soylu jî refeqet kir de, Erdogan bi Kurdî xatir ji Akarê xwest.

AA

Dîroka nûkirinê: 29 Tebax 2019, 16:00
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE