Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan dê sibê ji bo ziyareta xebatê biçe bajarê Soçî yê Federasyona Rûsyayê.
Ji Navenda Çapemeniyê ya Serokomariyê der heqê seredana Serokomar Erdogan a Federasyona Rûsyayê da daxuyaniyek hat belavkirin.
Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku Erdogan dê sibê ji bo ziyareta xebatê biçe bajarê Soçî yê Federasyona Rûsyayê û wiha hat gotin:
"Di çarçoveya ziyaretê da Serokomarê me dê bi Serokê Dewletê yê Federasyona Rûsyayê Vladîmîr Putîn ra hevdîtineke dualî bike. Herwiha tê pêşbînîkirin ku di çarçoveya bernameyê da bi beşdariya wezîr û rayedarên peywendîdar va dê hevdîtineke di navbera heyetan da jî were kirin. Di hevdîtinan da mijarên siyaset, aborî û vejenê yên di peywendiyên dualî yên Tirkiye-Rûsyayê da bên gotûbêjkirin û herwisa Sûriye di serî da herdu alî dê nêrînên xwe yên li ser hin meseleyên herêmî û navneteweyî bi hev ra parve bikin."
AA
Dîroka nûkirinê: 16 îlon 2018, 16:30