Serok Recep Tayyîp Erdogan ji bo erdheja ku li rojavayê Îranê çêbû û li Vanê jî hat hîskirin, bi Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu ra ser telefonê axivî.
Li gor daxuyaniya ku ji Serokatiya Ragihandinê hat dayîn, Serok Erdogan der heqê herêmên ku tesîra erdhejê li ser wan çêbûne û xebatên lêgerîn û xelaskirinê da agahî hilda.
AA