Erdogan ji bo heyama nû ya perwerdeyê peyamek weşand

Serok Recep Tayyîp Erdogan :"Di mijara perwerde-hîndekariyê ku pêvajoyeke dirêj e û sebir, ked, semîmîbûn û fedakariyê dixwaze da jî em ji bo guhertinan amade dibin."

Erdogan ji bo heyama nû ya perwerdeyê peyamek weşand

Serok Recep Tayyîp Erdogan anî ziman bi sîstema nû ya rêvebiriyê va li Tirkiyeyê di her qadê da heyameke nû dest pê dike û wiha got: "Di mijara perwerde-hîndekariyê ku pêvajoyeke dirêj e û sebir, ked, semîmîbûn û fedakariyê dixwaze da jî em ji bo guhertinan amade dibin."

Erdogan der barê sala nû ya 2018-2019an a perwerde û hîndekariyê da peyamek weşand.

Serok Erdogan behsa girîngiya perwerdeyê, dahatûya zarok û ciwanan, hedefên Tirkiyeyê kir û got ew ji bo dahatûya wan hemû îmkanan bi kar tînin.

Erdogan wiha axivî: "Bi avakirina 288 hezar waneyên nû, tayînkirina 605 hezar mamosteyên nû, hejmara xwendekaran ên di polekê da heta ji 30î kêmkirinê û pirtûkên dersan bê pere belavkirinê va me li welatê xwe di qada perwerde û hîndekariyê da gavên mezin avêtin. Bi armanca bila di perwerdeyê da her kes wekhev be me ji perwerdeya ewil bigre heta zanîngehê piştgirî da xwendekarên me yên aboriya wan nebaş e. Di sala nû ya perwerde û hîndekariyê da jî êmê hewcedariyên rojê, teknolojiyên pêşketî û hêviya gelê xwe bînin ber çavê xwe û reformên xwe yên di vê qadê da bênavber bidomînin."

Erdogan anî ziman bi tenê van tiştên fizîkî yên wek teknolojî, pirtûk û avahiyên modern va perwerde çênabe, pêşvabirina hiş û vîzyona xwendekaran û xurtkirina aliyên wan ên manewî jî girîng e.

Ji bo dinyaya nû ya ku rekabet lê zêde ye Erdogan got divê zarok di vê dinyayê da baş bên perwerdekirin da ku bigihijîn hedefên xwe.

Serok Erdogan herî dawîn got bi van fikr û ramanan ve ew sala nû ya 2018-2019an a perwerde û hîndekariyê ya xwendekar û mamosteyan pîroz dike.

Dîroka nûkirinê: 16 îlon 2018, 16:05
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE