Erdogan ji bo meseleya "Sûriyeyê" diçe Îranê

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan wê ji bo meseleya "Sûriyeyê" bi Serokomarê Îranê Hesen Ruhanî û Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimir Putîn ra bicive.

Erdogan ji bo meseleya "Sûriyeyê" diçe Îranê

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan wê ji bo meseleya "Sûriyeyê" bi Serokomarê Îranê Hesen Ruhanî û Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimir Putîn ra bicive.

"Lûtkeya Sêalî ya Tirkiye-Rûsya-Îranê" ku mijara wê Sûriye ye, wê li Tehrana Paytextê Îranê bi mazûvaniya Serokomarê Îranê Ruhanî were kirin.

Tê payîn ku Erdogan, Ruhanî û Putîn piştî lûtkeyê civîna çapemeniyê ya hevpar li dar bixin.

- Serok Erdogan wê here Îranê

Serokomar Erdogan ji bo ku beşdarî lûtkeyê bibe, wê sibê here Tehrana paytextê Îranê.

Di çarçoveya lûtkeyê da Serokomar Erdogan, Serokomarê Îranê Ruhanî û Serokê Dewleta Rûsyayê Putîn, wê bicivin.

Tê payîn ku wê di lûtkeyê da ji her alî va li ser meseleya "Sûriyeyê" bisekinin, "Îdlib" di serî da wê li ser geşedanên li Sûriyeyê û ji bo derbasbûna pêvajoya siyasî wê li ser gavên hewce dikin bisekinin.

Ji aliyekî din va Putîn û Erdogan wê hemanê rojê hevdîtineke dualî bikin.

Nûnerê Taybet ê Sûriyeyê yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Staffan de Mîstura ji bo roja sêşemê seba rewşa li Îdlibê çareseriyek were dîtin, divê ji bo axaftina navbera Tirkiye û Rûsyayê dem were dayîn û wiha bangî Erdogan û Putîn kiribû, "Axaftina we heduyan beriya Tehranê dikare ferqeke mezin derxe holê."

Ji bo mijara "Sûriyeyê" civîna ewil bi mazûvaniya Pûtîn li Soçiyê, civîna duyem jî bi mazûvaniya Erdogan li Enqereyê hatibû kirin.

AA

Dîroka nûkirinê: 07 îlon 2018, 10:49
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE