Erdogan ji Konferansa Sêyemîn a Platforma Kudüsê ra name şand

Serok Erdogan got: "Plana ku bi navê "Plana Sedsalê" va kete rojeva dinyayê û Kudüsê wek paytextê İsrailê îlan dike, xêncî tehdîtkirina aştî û aramiya herêmê kêrî tiştekî nayê. Emê destûrê nedin ku ev xeyal pêk bê."

Erdogan ji Konferansa Sêyemîn a Platforma Kudüsê ra name şand

Serok Recep Tayyip Erdogan got: "Plana ku bi navê "Plana Sedsalê" va kete rojeva dinyayê û Kudüsê wek paytextê İsrailê îlan dike, xêncî tehdîtkirina aştî û aramiya herêmê kêrî tiştekî nayê. Emê destûrê nedin ku ev xeyal pêk bê."

Serok Erdogan ji Konferansa Sêyemîn a Platforma Kudüsê ya Di Navbera Parlamenteran Da ya li Kuala Lumpura paytextê Malezyayê bi mijara "Ber Bi Stratejiyeke Bitesîr a Dagirkeriya İsrailê Dawî Bike" hat lidarxistin ra nameyek şand.

Erdogan di nameya xwe da xîtabê Serokwezîrê Malezyayê Mahathîr Mihemed, endamên Platforma Kudüsê ya Di Navbera Parlamenteran Da û beşdarvanên konferansê kir û hêvî kir ku konferans bi encameke baş va dawî bibe.

- "Emê destûrê nedin ku ev xeyal pêk bê"

Ji bo lidarxistina konferansê Ergogan got di demeke niha da lidarxistina konferanseke wiha pir girîng e û wiha dewam kir: "Plana ku bi navê "Plana Sedsalê" va kete rojeva dinyayê û Kudüsê wek paytextê İsrailê îlan dike, xêncî tehdîtkirina aştî û aramiya herêmê kêrî tiştekî nayê. Emê destûrê nedin ku ev xeyal pêk bê. Em vê plana ku axa Filistînê dagir dike, Filistînê bi tevahî tune dihesibîne û Kudüsê rapêç dike qebûl nakin. Ev gav wek çareseriya dudewletiyê qebûl dike xuya dike, lê meneya wê di bin banê rêvebiriya Amerîkayê da meşrûkirina dagirkeriya İsrailê ye ku em vê qebûl nakin.

Serok Erdogan got Filistin bi salane rastî dagirkeriyê, êş û xirabkirinê tê, İsrail jî bi awayekî neheq û bêqanûnî gihîştiye sînorên xwe yên îro ku Türkiye vê qebûl nake û di têkoşîna birayên xwe yên Filistinî da wan tenê nahêle.

- "Kudüs xeta me ya sor e"

Erdogan wiha dewam kir: "Ez dixwazim careke din bibêjim, Kudüs xeta me ya sor e. Wek welatên Misilman di vê pêvajoyê da ya dikeve li ser milê me ew e ku em mehremiyata Mescîda Eqsayê biparêzin, Kudüsa ku çinara aştiyê ye xwedî derkevin û heqên Filistiniyan biparêzin."

Herî dawîn Erdogan di nameya xwe da bal kişande polîtîkayên welatên Îslamê yên li hemberî vê planê û got ev rewş xemgîniyê dide wî.

AA

Dîroka nûkirinê: 11 Çile 2020, 10:31
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE