Erdogan namzedên şaredariyê yên 14 bajaran eşkere kir

Serok Erdogan: "Çi çaxê hilbijartin hebe ev şexs diçe Almanyayê û di serdana xwe ya dawîn da jî tevlî hin civînan bûye û bi hin kesan ra axiviye. "

Erdogan namzedên şaredariyê yên 14 bajaran eşkere kir

Serok Erdogan: "Çi çaxê hilbijartin hebe ev şexs diçe Almanyayê û di serdana xwe ya dawîn da jî tevlî hin civînan bûye û bi hin kesan ra axiviye. Wextê em li civînên beşdar bûye û kesên bi wan ra axiviye dinihêrin rewşeke cuda derdikeve."

AK Partiyê ji bona Şaredariya Agiriyê wek namzed Savci Sayan nîşan da.

AK Partiyê ji bona Şaredariya Erzincanê Cemalettîn Başsoy û ji bona Şaredariya Îdirê Adil Aşirim wek namzed nîşan da.

Serok: "Em ê xebatên xwe wisa bimeşînin ku zirarê nedin Îtifaqa Cumhur."

Namzed û bajarên ku ji hêla Serokomar Erdogan va hatin eşkerekirin ev in:

1- Namzedê Şaredariya Agiriyê Savci Sayan

2- Namzedê Şaredariya Aksarayê Enver Dinçer

3- Namzedê Şaredariya Bilecikê Nîhat Can

4- Namzedê Şaredariya Erzincanê Cemalettîn Başsoy

5- Namzedê Şaredariya Edirneyê Koray Uymaz

6- Namzedê Şaredariya Îdirê Adil Aşirim

7- Namzedê Şaredariya Ispartayê Şukru Başdegirmen

8- Namzedê Şaredariya Qersê Ensar Erdogdu

9- Namzedê Şaredariya Kirşehirê Yaşar Bahçecî

10- Namzedê Şaredariya Kutahyayê Ahmet Samî Kutlu

11- Namzedê Şaredariya Sêrtê Alî Îlbaş

12- Namzedê Şaredariya Tunceliyê Gokhan Arslan

13- Namzedê Şaredariya Mezin ya Wanê Necdet Takva

14- Namzedê Şaredariya Zonguldakê Omer Selîm Alan

Bi 14 bajarên dawîn Serokomar Erdogan heta niha li 74 bajaran namzedên AK Partiyê eşkere kirine.

Dîroka nûkirinê: 06 Kanûn 2018, 17:48
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE