Erdogan piştgirî da kampanyaya "Hello Brother"

Serok Erdogan ji ser Twîtterê piştgirî da kampanyaya "Hello Brother" a ku wek berteka êrîşa terorê ya li Zelandaya Nû ya ser mizgeftan hat destpêkirin.

Erdogan piştgirî da kampanyaya "Hello Brother"

Serok Recep Tayyîp Erdogan ji ser Twîtterê piştgirî da kampanyaya "Hello Brother" a ku wek berteka êrîşa terorê ya li Zelandaya Nû ya ser mizgeftan hat destpêkirin. 

Erdogan ji ser hesabê xwe yê Twîtterê piştgirî da kampanyaya "Hello Brother" ango "Merheba Birayê min" ya ku gotina dawî ya Dawud Nabiyê ku di êrîşa terorê ya li Chrîstchurcha bajarê Zelandaya Nû da mir bû.

Erdogan bi serenava "Silav birayê min..." parvekirin kir û vîdeoya ku bi etîketa "#HelloBrother" hat amadekirin parve kir.

Erdogan vîdeoyên ku bi etîketa "#HelloBrother" ji ser hesabên Twîtterê yên "İstanbul Başakşehir", "Beşiktaş JK", "Fenerbahçe SK", "Galatasaray EN", "Çaykur Rizespor", "Trabzonspor Kulubu" hatin parvekirin jî retweet kir. 

Dawud Nabiyê 71 salî yê ku koçberê Efxanistanî bû û di êrîşa terorê da jiyana xwe ji dest da di dîmenên ku terorîst qeyd kiribûn û dema diket mizgeftê Nabî gotibûyê "Merheba Birayê min" da cî girtibû. Dawud Nabî çend saniye piştî ku got "merheba birayê min" terorîst gule reşandibûnê û ew qetl kiribû.

Dîroka nûkirinê: 24 Adar 2019, 12:25
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE