Erdogan û Putîn bi telefonê rewşa li İdlibê gotûbêj kirin

Serok Erdogan û Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Putîn rageşî û geşedanên li İdliba herêma Suriyeyê gotûbêj kirin.

Erdogan û Putîn bi telefonê rewşa li İdlibê gotûbêj kirin

Serok Recep Tayyîp Erdogan û Serokê Dewleta Rusyayê Vladimîr Putîn rageşî û geşedanên li İdliba herêma Suriyegotûbêj kirin.

Li gor daxuyaniya nivîskî ya ya Qesra Kremlînê hat diyarkirin Putîn û Erdogan bi têlefonê axivîn û qeyrana li Suriyeyê gotûbêj kirin.

Hat destnîşankirin herdu serokan hêlên curbecur yên qeyranê mizakere kirin û li ser rewşa li Herêma Kêmkirina Aloziyê ya İdlibê axivîn ku her diçe xirab dibe.

Di daxuyaniyê da wiha hat gotin "Di axaftinê da hat destnîşankirin tevî muxtiraya Soçiyê ya di 17ê Îlona 2018an da divê peymanên di navbera Tirk û Rûsan da bi temamî bi cî werin. Ji bona vê jî di navbera saziyên eleqedar da pêwendiyên hewce dikin bên danîn."

AA

Dîroka nûkirinê: 13 Çile 2020, 17:40
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE