Erdogan êrîşa Îsraîlê ya ser ofîsa Xezeyê ya AAyê şermezar kir

Serok Erdogan: "Em êrîşa Îsraîlê ya ser ofîsa Xezeyê ya Ajansa Anadoluyê bi tundî şermezar dikin"

Erdogan êrîşa Îsraîlê ya ser ofîsa Xezeyê ya AAyê şermezar kir

Serok Recep Tayyîp Erdogan êrîşa Îsraîlê ya ser ofîsa Xezeyê ya Ajansa Anadoluyê (AA) bi tundî şermezar kir.

Erdogan di peyama xwe ya Tirkî, Îngilizî û Erebî ya ser Twîtterê da ev gotin:

"Em êrîşa Îsraîlê ya li ser ofîsa li Xezeyê ya Ajansa Anadoluyê bi tundî şermezar dikin. Tirkiye û Ajansa Anadoluyê dê ji niha pê va jî digel van hemû êrîşan dê zilm û terora Îsraîlê ya li Xeze û herêmên din ên Filistînê ragihîne dinyayê."

AA

Dîroka nûkirinê: 06 Gulan 2019, 12:43
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE