Serokê Komara Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan ji bo qurbaniyên erdhej û tsûnamiya li Girava Sûlawesiyê sersaxî li Serokomarê Endonêzyayê Joko Wîdodo kir.
Li agahiyên ku ji çavkaniyên Serokomariyê hatin sitendin, Serok Erdogan peywendiyeke telefonî digel hevtayê xwe yê Endonêzyayê encam da.
Erdogan ji bo qurbaniyên erdhej û tsûnamiya li Girava Sûlawesiyê sersaxî li Wîdodo kir û hevxemiya xwe ji canjidestdana nêzîka hezar û 300 mirovî anî ziman.
Serok Erdogan destnîşan kir ku gelê Tirkiyeyê hevxemê birayên xwe yên Endonêzyayî ne û got ku Tirkiye ji bo erdhejê bi hemî saziyên xwe di serî de AFAD û Heyva Sorê, amadeye hemû cure alîkariyê bide Endonêzyayê.