Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan bi Serokê Venezuelayê Nicolas Maduro re bi telefonê xeber da.
Li gor agahiyên ji çavkaniyên Serokkomariyê hatin wergirtin axaftina telefonê îşev çêbû û Erdogan ji ber hewla sûîqesdê ya bêencam daxwaza silametiyê bo Maduro kir.
Maduro di kêliya merasima salvegera Yekîneyên Pasevanên Neteweyî de rastî êrişê hatibû.
Erdogan ji bo pasevanên birîndar jî daxwaza şîfayê kir.
AA