Serok Recep Tayyîp Erdogan digel Serokkomarê Almanyaya Federal Frank-Walter Steinmeier peywendiyeke telefonî encam da.
Li gorî çavkaniyên Serokkomariyê, di peywendiya telefonî de li tenişt têkiliyên dualî gotûbêja mijarên rojevê hatiye kirin.
Di peywendiyê de teyîda biryardariya geşepêdana têkiliyên dualî yên di navbera Almanya û Tirkiyeyê de hat kirin.
Di peywendiyê de herwiha behsa mijara amadekariya derbarê serdana Serokomar Erdogan bo Almanyayê ya ku biryar e dawiya îlonê bê encamdan, hat kirin.
Serok Erdogan û hevtayê wî yê Almanî Steinmeier tekezî li wê yekê kirin ku dê mizakereyên di navbera Wezîrên Derveyî, Xezîne û Darayiyê herdu welatan de, têkiliyan bihêztir bike.
AA