Erdogan:Failên nemerdiya duh, wê li ber darazê berdêla vê bidin

 "Tu derdekî me yê bi şexs, meşreb û şiklê kesî ra tune. Tekane armanca me zêdekirina hilberîn, îstihdam û îxracata welatê me ye.

Erdogan:Failên nemerdiya duh, wê li ber darazê berdêla vê bidin

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan got: "Tu derdekî me yê bi şexs, meşreb û şiklê kesî ra tune. Tekane armanca me zêdekirina hilberîn, îstihdam û îxracata welatê me ye."

Erdogan li Navenda Kongreya Halîçê beşdarî Merasima Xelatdayîna Şampiyonên Îxracatê û Lijneya Giştî ya Asayî ya 29emîn a Meclisa Îxracatvanên Tirkiyeyê (TÎM) bû.

Li vê derê Erdogan got civîna lijneyê bila ji bo aborî û îxracatê li ser xêrê be û hem şexs û hem jî şirketên bûne Şampiyonên Îxracetê û xelat girtin pîroz kir.

Serokomar Erdogan got bi alîkariya îxracatvanan ew ê Tirkiyeyê bikin di rêza 10 welatên aboriya wan herî baş da ye û bi vî awayî Tirkiyeyeke mezin û xurt wê ava bibe û wiha axivî: "Ji bîr nekin yên ku xeyalên wan tune ne, ne xwedî armancin jî. 11 sal ewil dema me hedefên xwe yên sala 2023yan eşkere kir hinekan bawer nekiribû. Me ji gelê xwe ra gotibû em ê 500 milyar dolar îxracatê bikin. Li hemberî ewqas bûyeran, gefxwarinan, rêlibergirtinan û dafikên li ber me hatin danîn me xwe gihand nîvê wê."

Erdogan ji bo erheja Wanê ya ku duh çêbû jî ji welatiyan ra got serborî be.

"Li dervayî sînor kî me aciz dike hebe em amade ne ku herin bikevin wan deran jî."

Der barê yekîtiya axê û terorê da jî Erdogan wiha axivî: "Me kesên çav berdane axa welêt perçiqand û welatê xwe xurttir kir. Me li Cudiyê perçiqand, li Gabarê perçiqand, li Tendurekê perçiqand, li Bestlerê perçiqand. Em ketin şikeftên wan û em ê wisa jî dewam bikin. Me derbeya herî giran a dîrokê li rêxistina terorê ya berdestiya emperyalstan dike da. Bi operasyonên li Sûriyeyê va me hewldanên dorpêçkirinê ya korîdorên terorê ji holê rakir. Yên ji me ra dibêjin 'Çi karê me li dervayî sînor heye?' ra bersiva herî baş ev e 'Belê, li dervayî sînor kî me aciz dike hebe em amade ne ku herin bikevin wan deran jî'."

Ji bo şehîdên li herêma Operasyona Pencik-Kilîtê jî Erdogan got Xwedê rehmetê li wan bike û sebrê bide malbatê wan û gelê Tirk.

"Tekane armanca me zêdekirina hilberîn, îstihdam û îxracata welatê me ye"

Serokomar Erdogan anî ziman ew li dijî şaxên siyasî yên terorê jî têkoşînê didin û wiha axivî: "Tu derdekî me yê bi şexs, meşreb û şiklê kesî ra tune. Tekane armanca me zêdekirina hilberîn, îstihdam û îxracata welatê me ye.  Şaxên rêxistina cudakar li Kadikoyê êrîşî polêsên me kirin û dirûşmeyên pesnê serkirdeyê terorîstan dide berz kirin ku ev ji provokasyonê zêdetir qeleşî ye, bênamûsî ye. Parêzbendiya parlamenteriyê destûrê nade tu kesî ku ew heqaretê li hêzên ewlehiyê bikin. Failên nemerdiya duh, wê li ber darazê berdêla vê bidin. Kî çi dibêje bila bibêje, kîjan xirabiyê dike bila bike, Tirkiyeyê li dijî her cure terorê têkoşîna xwe bidomîne û di dawiya dawî bigîhêje serkeftinê."

Erdogan got helbet gelek rageşiyên siyasî, aborî, eskerî û civakî tesîrê li ser welêt dikin, lê êdî ew Tirkiyeya berê ya di nav xwe da disekine û berdêla van qeyranan dide tune, êdî Tirkiyeyeke xurt û dikare li ber qeyranên kurewî li ser piyan bimîne heye.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE