Erdogan:Niha çavê hemû dinyayê li vê civînê ye

"Di serî da xwîşk û birayên me yên Sûriyeyî niha çavê hemû dinyayê li vê civînê ye"

Erdogan:Niha çavê hemû dinyayê li vê civînê ye

 Serokê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan li ser Civîna Çaralî ya Sûriyeyê da wiha got: "Di serî da xwîşk û birayên me yên Sûriyeyî niha çavê hemû dinyayê li vê civînê ye. Ez bawer im ku bi nêrîneke ji dil û erênî em ê hereket bikin û van hêvî û daxwazan em ê bi cî bînin."

Civîna Çaralî ya Sûriyeyê ku di mazûvaniya Tirkiyeyê da li Qesra Vahdettîn tê lidarxistin destpê kir. 

Di civînê da qismeke axaftina Serok Erdogan ji çapemeniyê ra hat vekirin. 

Erdogan di axaftina xwe de got ku ew bi mazûnaniya serokan ya li Tirkiyeyê gelekî kêfxweş e û wiha axivî:

"Civîna me ser xêrê be. Di serî da xwîşk û birayên me yên Sûriyeyî niha çavê hemû dinyayê li vê civînê ye. Ez bawer im ku bi nêrîneke ji dil û erênî em ê hereket bikin û van hêvî û daxwazan em ê bi cî bînin. Di îstîşareyên me yên bi birêz Pûtîn re meseleya Sûriyeyê mijara me ya sereke bû. Em bi Macron û Merkelê ra jî axivîn û der barê pevajoyê jî me ew agahdar kirin." AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE