Erebistana Siûdî:Kaşikçi li konsolosxaneyê miriye

Erebistana Siûdî îtiraf kir ku Cemal Kaşikçiyê rojnamevanê Siûdî yê di 2yê cotmehê de piştî ku ket Serkonsolosxaneya Stenbolê jê xeber nehat sitandin "di encama xirecira ku li avahiya konsolosxaneyê derket de mir".

Erebistana Siûdî:Kaşikçi li konsolosxaneyê miriye

Erebistana Siûdî ragihand ku rojnameger Cemal Kaşıkçı li serqonsulxaneya Siûdî ya li Stenbolê ji ber geremolekê mir.

Ji ser windabûna Kaşikçi 18 roj derbas bûn. Serok Erdogan û Qral Selman bi telefonê xeber dabûn. Daxuyanî jî piştî vê axaftinê hat dayîn.

Televîzyona Dewleta Siûdî ragihand li gorî encamên ewil ên dozgeriyê Kaşikçi mir û lêpirsîn dewam dike.

Qralê Erebistana Siûdî Selman talîmat da Prensê Welîahd ku di îstixbaratê de ji bo avabûneke nû komîteyeke wezîran saz bike.

Her wiha tê gotin ku dê wezîrên karên derve û navxweyî jî di nav komîteyê de bin û Prensê Welîahd Mihemed Bîn Selman jî dê serokatiyê bike.

Piştî eşkerekirina mirina Kaşikçi, li Erebistana Siûdî gelek wezîfedarên girîng ji kar hatin dûrxistin.

Misteşarekî Dîwana Qraliyetê û 4 xebatkarên îstixbaratê, bi tevahî 5 kes ji kar hatin derxistin.

Alîkarê Serokê Îstixbarata Giştî ya Erebistana Siûdî Ehmed Esîrî û Şewirmendê Prensê Welîahd Suud El Kehtanî jî di nav wan de ne.

Digel ji kar derxistinan, hin kes jî hatin girtin.

Debarê mirina Kaşikçi de 18 welatiyên Erebistana Siûdî hatin girtin.

Erebistana Siûdî got, rayedarên Tirk derbarê kesên neewle de agahî dan. Bi saya van agahiyan mesele hat safîkirin.

Her wiha gotin piştgiriya bi rêvebiriya Serok Erdogan jî pir biqimêt e.

Dîroka nûkirinê: 20 Cotmeh 2018, 12:20
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE