"Ermenistan divê axên Azerbeycanê yên dagir kiriye, demildest terk bike"

Serok Erdogan: "Tirkiye bi dil û hemû derfetên xwe va li cem Azerbeycana dost û bira wê sekna xwe bidobîne."

"Ermenistan divê axên Azerbeycanê yên dagir kiriye, demildest terk bike"

Serok Recep Tayyîp Erdogan got: "Ez careke din Ermenistana ku duh êrîşî ser axa Azerbeycanê kir şermezar dikim. Li herêmê krîza ku bi dagirkirina Qerebaxa Çiyayî dest pê kir, divê demildest were dawîkirin. Heke Ermenistan axên Azerbeycanê yên ku dagir kirine, demildest terk bike, li herêmê cardin wê aştî û hizûr çêbe."

Erdogan li Ofîsa Dolmabahçeyê ya Serokomariyê di "Sempozyuma Rojhilatê Behra Spî û Hiqûqa Behrê ya Navneteweyî" da ku Zanîngeha Stenbolê û Zanîngeha Maramarayê bi piştevaniya Serokatiya Meclisê li dar xistin da axivî.

Serok Erdogan bal kişand ser êrîşa Ermenistana ku duh êrîşî axên Azerbeycanê kir û got ku ew cardin Ermenistanê şermezar dike û wiha pê da çû: "Tirkiye bi hemû derfet û qabiliyeta xwe wê ligel Azerbeycana dost û bira be. Li herêmê krîza ku bi dagirkirina Qerebaxa Çiyayî dest pê kir, divê demildest were dawîkirin. Azerbeycana gotibû dema hesab hat êdî bixwaze nexwaze mecbûr maye ku navika xwe bi xwe bibire."

- "Tirkiye li Behra Spî hevalê rageşiyê nîne ew hevalê aştî, hevkarî, heqî û edaletê ye"

Serok Erdogan destnîşan kir ku Tirkiye welatekî Behra Spî ye û wiha pê da çû: "Li vê derê weke seranserê dîrokê îro jî em ne mêvan in, xwediyê malê ne. Her hemleya li Behra Spî tê kirin û her gavên ku tên avêtin rasterast ji bo ewlehî, heq û berjewendiyên welatê me xwedî tesîr in. Niha geşedanên rû didin ji bo hemû welatên xurt ên herêmê firsendeke ku rê û rêbazên çareseriya rastîn û adil têxin dewrê. Siyaseta kurewî ev çend mehên dawîn in bi rûdanên li ber Behra Spî va birêva diçe û mirov vê bibêje tespîteke xelet nîne."

Serok Erdogan destnîşan kir ku îro pergaleke wehşî ya seba neft, xaza siruştî û berjewendiyan mirovahiyê ji holê radike ketiye şûna aştiya Osmaniyan û wiha domand: "Ew mêjiyê mêtinger ên ku dilopek neft û gramek zêr ji wê xwîna mirov a dirije pîroztir dibîne Behra Spî ji wê behra aştî û şaristaniyê dûr xist û kir behra xwîn û rondikên çavan."

Erdogan bal kişand ser şaristaniya Osmaniyan û wiha pê da çû: "Em li Behra Spî weke miletekî wêrisê şaristanî û aştiya Osmaniyan li vê erdnîgariyê dixwazin ku cardin hizûr çêbibe. Tirkiye li Behra Spî hevalê rageşiyê nîne ew hevalê aştî, hevkarî, heqî û edaletê ye. Em nikarin pirsgirêkên li Behra Spî bi ji hev dûrketinê çareser bikin hemû aktorên li herêmê divê li dora heman maseyê bicivin û mesele wisa were çareser kirin."

Serok Erdogan destnîşan kir ku hemû plan û bernameyên ji bêyî Tirkiyeyê bên çêkirin bi kêrî aştiyê nayên û wiha domand: "Ji tu denklema ku Tirkiye û KKTC bi awayekî adil tê da tunebe, aştiya Behra Spî dernakeve. Werin em hemû bi hev ra Behra Spî cardin veguhêzin hewzeyeke aştiyê. Werin em bi dijmintiyên nû va ava zelal a Behra Spî qirêj nekin. Bi taybetî jî Yekîtiya Ewropayê ji fersendên dîplomasî îstifade nekir û di ser da jî li hemberî horîniya Yewnanistan û Qibrisa Rûm serî tewand."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE