Eşîrên Sûriyeyî dijî YPG/PKKyê gihîştin hev

Li Ezaza bajarê Sûriyeyê hin êşîrên Ereb, Tirkmen, Kurd û Sûryanî beşdarî kongreya "Meclisa Eşîr û Qebîleyên Sûriyeyê" bûn. Ji 150 êşîrên cuda bi qasî hezar kes li kongreyê amade bûn. 

Eşîrên Sûriyeyî dijî YPG/PKKyê gihîştin hev

 Eşîrên Sûriyeyî li bajarê Ezazê dijî YPG/PKKya rêxistina terorê gihîştin hev. 

Li Ezaza bajarê Sûriyeyê hin êşîrên Ereb, Tirkmen, Kurd û Sûryanî beşdarî kongreya "Meclisa Eşîr û Qebîleyên Sûriyeyê" bûn. Ji 150 êşîrên cuda bi qasî hezar kes li kongreyê amade bûn. 

Di encama kongreyê da ji bo serokatiya meclisê Şêx Ramî Doş hat hilbijartin. 

Şêx Ramî Doş daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got em piştgiriyê didine operasyona Tirkiyeyê ya ku wê dijî hedefên rêxistina terorê ya ku rojhilatê Feratê bike û wiha axivî:

"Em wekî meclisa eşîran em ê ji bona qenciya Sûriyeyê bixebitin. Em û Tirkiye em birayê hev in. Meclisa me wê azad û demokratîk be. Ev meclis wê hemû êşîrên Sûriyeyê temsîl bike. Ji ber piştgiriya ku Tirkiyeyê da me, em spasiya wan dikin."

- "Em li ser axa Sûriyeyê tu rêxistinên terorê naxwazin"

Serokê Koalîsyona Neteweyî ya Hêzên Şoreşger û Mixalif ên Sûriyeyê (SMDK) Ebdurehman Mistefa got ku rejima Esed zirar daye hemû însanan û wiha got:

"Lê niha dem dema yekîtiyê ye. Êşîrên me bi rêyeke demokratîk serokê xwe hilbijartin. Ev meriv wê pêşeroja Sûriyeyê temsîl bikin. Ji rojhilatê Feratê gelek êşîrên Kurd, Tirkmen û Ereb jî hatine û îro li vê derê ne. Em li ser axa Sûriyeyê tu rêxistinên terorê naxwazin. Bi hebûna me ev meclis êdî meşrû ye."AA

Dîroka nûkirinê: 22 Kanûn 2018, 15:49
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE