Erdogan: "Ev hovîtiya Îsraîlê ji aliyê welatên Rojava û mixabin divê ez bêjim ku ji aliyê hin dewletên Erebî adeta tê teşwîqkirin."
Serok Erdogan: "Misilmanên ku îro ji 4 paran pareke nifûsa dinyayê pêk tînin, lê mixabin qasî hêza xwe bandora wan a siyasî, aborî û civakî û çandî tuneye."
"Xîmê asta pêşketina îroyîn ya mirovahiyê li erdnîgariya Îslamê hatiye avêtin, lê digel vê yekê divê em sedemên tengasiya ku Misilman îro dikşînin, baş bifikirin, analîz bikin û li çareseriya wan bigerin."
"Welatên Îslamê ku ji ber sedemên cuda peywendiya xwe bi derva ra qut kirine, derfet û enerjiya xwe badihewa û tu tune xerc dikin."
"Wek Tirkiye di îtirazên ku em ji bo zilma Quds û Filistînê dikin da em gelek caran xwe tenê hîs dikin."
"Hişmendiya mêtinger a welatên Îslamê perçe bike, ji hev biqetîne û têk bibe, dewam dike."
"Dijî tehdîdên ku ji rojavayê tên kirin, em çiqas li zarokan, jinan, kal û pîran û astengdaran xwedî derkevin, em ê ew qas bingeha malbata xwe xurt bikin."
"Piştî naverokên ku çavkaniya wan Rojava ye bi amûrên ragihandinê va zêde bûn, zirar dan û divê em ji bo vê zirar û ziyanê hişyar bin."
"Em ji aliyekê va bi parastina sînorên xwe da ketine û di vê navberê da divê em hemû rêyan demildest bibirin da ku zêhna me teslîm hilnedin."
"(Endeksa Pêşketina Însanî) Tirkiye ev cara yekemîn e serkeftî dibe û dikeve kategoriya pêşketina însanî ya pir bilind."
"Pûanê Tirkiyeyê yê Endeksa Pêşketina Însanî ya sala 2018an derket 0,806an û di nav 189 welatan da derket rêza 59emîn."
AA