"Ev ji bo Azerbeycanê serkeftineke mezin e"

"Ev ji bo Azerbeycanê serkeftineke mezin e"

Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu: "Em ê li cem Azerbeycanê bin. Ev ji bo Azerbeycanê serkeftineke mezin e serfirazî ye. Erdên 30 sal e hatine dagirkirin paşda tên sitandin."

Çavuşoglu li Wezareta Karên Derva piştî hevdîtina bi Wezîrê Karên Derva yê Qirxizistanê Ruslan Kazakbayev ra di daxuyaniya çapemeniyê da axivî.

Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu destnîşan kir li Qirxizistanê di bûyerên piştî hilbijartinan da ewil FETOyiyan xwe nîşan da û got ku gel ev yeka dît û FETOyî ji meydanan avêtin.

Çavuşoglu der barê peymana agirbestê ya di navbera Azerbaycan û Ermenistanê da wiha peyivî: "Em ê li cem Azerbeycanê bin. Ev ji bo Azerbeycanê serkeftineke mezin e serfirazî ye. Erdên 30 sal e hatine dagirkirin paşda tên sitandin."

Mevlut Çavuşoglu ji bona peymana li Qerebaxa Çiyayî diyar kir niha mijara wê ev çawa bê kontrolkirin û çavdêrîkirin heye û got ku di van mijaran da jî hevdîtinên me didomin.

Wezîrê Karên Derva Çavuşoglu li ser pirsa ku li Amerîkayê dibistaneke FETOyê ji ber sûcê di îhaleyê da fesadî kiriye 4,5 milyon dolar ceza xwariye wiha got: "Rayedarên Amerîkayê vê talûkeyê ferq kirin. Ji ber ku vê rastiyê dîtin em kêfxweş in."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE