"Ev plana dagirkeriyê ye ku hemû daxwazên gelê Filistînê tên binpêkirin"

 Berdevkê AK Partiyê Omer Çelik der barê plana aştiyê ya qaşo ya Donald Trumpê Serokê Amerîkayê da diyar kir ev planeke dagirkeriyê ye ku hemû daxwazên meşrû yên gelê Filistînê tên binpêkirin.

Çelik li Navenda Giştî ya AK Partiyê di daxuyaniya çapemeniyê da axivî.

Berdevkê AK Partiyê Çelik der barê biryara dadgeha Belçîkayê ya ji bo PKKya rêxistina terorê da got ku li dijî vê biryara ku bi nirxên însanî û hiqûqî ra li hev nake em ê heta dawiyê têkoşînê bidin.

Çelik diyar kir daraza Belçîkayê dixwaze rêxistina terorê derxe paqijiyê û got ku ev jî nîşan dide ku li hember terorê di nav zeîfiyê da ye.

Berdevkê AK Partiyê Çelik der barê plana aştiyê ya qaşo ya Donald Trumpê Serokê Amerîkayê da diyar kir ev planeke dagirkeriyê ye ku hemû daxwazên meşrû yên gelê Filistînê tên binpêkirin û got ku ji bo Filistîniyên di bin desthilatdariya Îsraîlê da ne bi tenê rêvebiriyeke dagirker tê xwestin.

Çelik destnîşan kir wê xebat û hewldanên xwe bidomînin ku li ser axa Filistînê dewleteke Filistînê ya paytextê wê Quds e bê avakirin.

Berdevkê AK Partiyê Çelik der barê baca erdhejê da jî got ku ji baca ku hat berhevkirin zêdetir ji bo xebatên erdhejê hatiye xerckirin.

AA

Dîroka nûkirinê: 29 Çile 2020, 17:20
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE