"Ev îqtidara bi Herekata Kaniya Aştiyê li dinyayê bû nîşane"

Serok Erdogan bi têlefonê beşdarî Civîna Nirxandin û Îstişareyê ya Serokatiya Bajêr a Enqereyê ya AK Partiyê ya li Afyonqerehîsarê bû

"Ev îqtidara bi Herekata Kaniya Aştiyê li dinyayê bû nîşane"

Serok Recep Tayyîp Erdogan ji bo Herekata Kaniya Aştiyê got, "Nika ev îqtidara bi Herekata Kaniya Aştiyê li dinyayê bû nîşane. Li dinyayê xwe bi Hereketa Kaniya Aştiyê îsbat kiriye. Rayê da ku li vê derê li dijî hemû rêxistinên terorê têkoşîneke çawa da."

Serok Erdogan bi têlefona Hakan Han Ozcanê Serokê Bajêr ê Enqereyê yê AK Partiyê beşdarî Civîna Nirxandin û Îstişareyê ya Serokatiya Bajêr a Enqereyê ya AK Partiyê ya li Afyonqerehîsarê bû û bangî alîgirên partiyê kir.

Erdogan destnîşan kir ku li gelek navçe û bajaran meclisên şêwirê yên AK partiyê tên lidarxistin û wiha pê da çû:

"Ev jî nîşan dide ku teşkîlat li ser xîmên saxlem hatiye avakirin. Bi vî awayî înşaellah bi quwetbûnê ji kongreyan derkevin û ji bo 2023yan bi awayekê cuda xwe amade bikin. Nika ev îqtidara bi Herekata Kaniya Aştiyê li dinyayê bû nîşane. Li dinyayê xwe bi Hereketa Kaniya Aştiyê îsbat kiriye. Rayê da ku li vê derê li dijî hemû rêxistinên terorê têkoşîneke çawa da. Em partiyeke wisa ne ku hêza xwe ji gel hildide û bi gel ra tevdigere. Ya rastî gel ev partiya ava kir. Ez we pîroz dikim. Ez dibêjim sekin tune meş dewam dike."

Kesên li salonê ji bo axaftina Serokomar Erdogan li çepikan xistin.

AA

Dîroka nûkirinê: 07 Mijdar 2019, 17:46
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE