"Ev êrîş, çalakiyek e ku li dijî hemû mirovahiyê hatiye kirin"

Serokê Heyva Sor a Tirkî Kerem Kinik: "Ev êrîş, çalakiyek e ku li dijî hemû mirovahiyê hatiye kirin"

"Ev êrîş, çalakiyek e ku li dijî hemû mirovahiyê hatiye kirin"

Serokê Heyva Sor a Tirkî Kerem Kinik li ser êrîşa dijî ekîba Heyva Sor a Tirkî ya li Sûriyeyê wiha got, "Ev bûyer, çalakiyeke ne bi tenê dijî Heyva Sor e ku ji sala 2011an vir va li Sûriyeyê ye û bi tenê ji bo pêçana birînên însanên sivîl ên li vê derê hewil dide, her wiha li dijî hemû mirovahiyê hatiye kirin. Em vê êrîşa terorê lanet dikin."

Kinik di daxuyaniya xwe ya ku li Balafirgeha Gazîentabê da peyamnêrê AAyê da diyar kir ku îro dora saet 09.15an 3 personelê Heyva Sor a Tirk ê di wesayîtê da ku li Deriyê Sînor Çobanbeyê ji El-Babê diçû mixazeya Sevgiyê, rastî êrîşa çeprast a du wesayîtên nediyar hatin. 

Kinik da bibîrxistin ku di êrîşê da Mehmet Arif Kidiman şehîd bû û wiha dewam kir:

"Li dijî wesayîta Heyva Sor a Tirkî ya ku nîşaneya Heyva Sor bi awayekî eşkere li ser e, bi destê êrîşkarên rû bi maske û bi kamûflaj ên di hudirê du wesayîtên bêplaqe da ji çep û rastê gule hatin agirkirin. Ev êrîş li dijî personelê ku li gorî hiqûqa navneteweyî, parêzbendiya wan heye, hat kirin. Ev bûyer, çalakiyeke ne bi tenê dijî Heyva Sor e ku ji sala 2011an vir va li Sûriyeyê ye û bi tenê ji bo pêçana birînên însanên sivîl ên li vê derê hewil dide, her wiha li dijî hemû mirovahiyê hatiye kirin. Em vê êrîşa terorê lanet dikin."

"Heyva Sor nabe hedef"

Kinik bal kişand ku ew li herêmê bi sedan projeyan va alîkariya bi milyonan însanî dikin û wiha dewam kir:

"Ji bo ku mekanîzmayên navneteweyî bikevin dewrê, hevalên me li asta Bruksel, Cenevre û Neteweyên Yekbûyî şopînerên bûyerê ne. Em ê binpêkirinên bi vî rengî di çarçoveya hiqûqê da li mecrayên navneteweyî bişopînin. Heyva Sor nabe hedef, peywirdarên alîkariya mirovî yên ku amblem li ser wan heye, nabin hedef. Di şer da alîgir nînin, ew bi tenê alîgirê mirovahiyê ne û lewma divê bên parastin. Em careke din dîsa vê bûyerê lanet dikin. Xwedê rehma xwe li şehîdê me bike, serê me sax be."

"Em ê xebatên xwe bidomînin"

Kinik ji bo xebatên alîkariya mirovî yên ku li Sûriyeyê dikin, wiha got, "Em ê van xebatên xwe bidomînin. Çi ji bo parastina sivîlên li wê derê û çi jî ji bo dabînkirina alavên alîkariyê bo van însanan, hewildanên me dê bidomin."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE