"Ev vekirina dîrokî serkeftinên ku Tirkiyeyê di 95 salan da bi dest xistiye ye"

Erdogan: "(Balafirgeha nû ya li Stenbolê) Ev vekirina dîrokî semboleke hêz, biryardarî û serkeftinên ku Tirkiyeyê di 95 salan da bi dest xistiye ye."

"Ev vekirina dîrokî serkeftinên ku Tirkiyeyê di 95 salan da bi dest xistiye ye"

Serok Recep Tayyîp Erdogan der heqê balafirgeha nû ya li Stenbolê da got, "Ev vekirina dîrokî semboleke hêz, biryardarî û serkeftinên ku Tirkiyeyê di 95 salan da bi dest xistiye ye."

Rîcala dewletê bi serokatiya Serok Erdogan ji bo salvegera 95emîn a îlana komarê Anitkabîr ziyaret kir.

Digel Erdogan Serokê Meclisê Bînalî Yildirim, Alîkarê Serokkomar Fuat Oktay, Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu, Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî, Seroka Giştî ya ÎYÎ Partiyê Meral Akşener, Serokê Giştî yê BBPê Mustafa Destîcî, nûnerên daraza bilind, endamên Kabîneya Serokkomariyê, nûnerên partiyên siyasî, Sererkan Orgeneral Yaşar Guler, fermadarên hêzan û rîcala dewletê ya din çûn Anitkabîrê.

Serok Erdogan û kesên pê ra di Rêya Şêran ra derbas bû û çû ber mozoleya Ataturk. Piştî ku Erdogan çelenka bi heyv û stêrk danî ber mozoleya Ataturk, rêz hat girtin û Sirûda Îstiqlalê hat xwendin.

Paşê Erdogan û kesên pê ra derbasî kûleya Mîsaqa Millî bûn. Serok Erdogan li wê derê di Deftera Taybet a Anitkabîrê da wiha nivîsî:

"Ataturkê Ezîz; di salvegera 95em a îlankirina komara me da wek nûnerê miletê Tirk em bi xurûr û kelecaneke mezin va li hizûra we ya menewî ne. Bi vê wesîleyê va hûn û hevalên we yên sîlahê di serî da, em hemû xaziyên xwe bi rêzdarî bîr tînin, ji bo şehîdên me daxwaza rehma Xwedê dikin. Em îro salvegera 95emîn a komara me bi vekirina balafirgeha me ya nû ya li Stenbolê va, ku ji projeyên herî biprestîj ên dinyayê ye, pîroz dikin. Di heyameke ku gelek êrîşan tînin ser aboriya me da ev vekirina dîrokî semboleke hêz, biryardarî û serkeftinên ku Tirkiyeyê di 95 salan da bi dest xistiye ye. Ruhê we şad be."

Digel subay û astsubayên ku li garnîzonê wezîfedar in, xwendekar jî beşdarî merasimê bûn.

Piştî kutabûna merasimê Anitkabîr ji bo ziyareta welatiyan vebû.

AA

Dîroka nûkirinê: 29 Cotmeh 2018, 12:18
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE