"Ew bixwazin jî, nexwazin jî emê Qanal İstanbulê çêbikin"

Serok Erdogan: ""Ew bixwazin jî, nexwazin jî emê Qanal İstanbulê çêbikin."

"Ew bixwazin jî, nexwazin jî emê Qanal İstanbulê çêbikin"

Serok Recep Tayyîp Erdogan li Navenda Çandê û Kongreya Gel a Beştepeyê beşdarî Merasima Xelatên Zanistê ya Akademiya Zanistên Türkiyeyê (TUBA) û Saziya Lêkolînên Teknolojîk û Zanistî ya Tirkiyeyê (TUBÎTAK) bû û li wir axivî.

Erdogan ji bo mirovên zanistê yên xelatên sala 2019an a TUBÎTAK û TUBAyê hildan got ew wan pîroz dike û ji wan ra her tim serkeftinê dixwaze.

Serok Erdogan got mîrata herî mezin a mirovên zanistî lêkolîn, xebat û xwendekarên wan in ku feydeya wan digîhîje civakê ne û wiha dewam kir: "Türkiye wê bi van serkeftinan va, bi gavên emîn bigîhîje hedefên xwe yên 2023an. Ya herî girîng jî ew e ku evê bingeha vîzyonên me yên 2053 û 2071an ên ku emê emanetê nifşên nû bikin, pêk bîne."

- "Emê bi xwe jî teknolojiyê çêbikin"

Erdogan behsa xebatên Türkiyeyê yên der barê teknolojiyê da kir û wiha pê da çû: "Emê êdî bi tenê nebin bazara teknolojiyên nû, emê bi xwe jî teknolojiyê çêbikin, hemû dinyayê belav bikin û bibin welatekî li gor standardên xwe diyar kiriye, tevdigere."

Erdogan got ji bo lêkolînerên li Türkiyeyê wê pere bê xerckirin û wiha agahî da: "80 milyon ewroyê ku Türkiyeyê di 2002an da bida NYyê wê ji bo lêkolînerên li welatê me bê xerckirin."

- "Em niha ji bo wesayîta Türkiyeyê siparişan hildidin"

Der barê Wesayîta Türkiyeyê ya ku di 27ê çileya pêşîn da hat nasandin da Erdogan wiha got: "Ev proje ji bo welatê me ji çêkirina wesayîtan zêdetir e, xwedî vîzyonekê ye. Gelê me bi dilê xwe wesayîta Tirkiyeyê xwedî derket, me dest pê kir em niha siparişan hildidin. Pêşiya wesayîta Şoreşê birîn, lê înşalah wê nikaribin pêşiya 'Wesayîta Dewrê' bibirin."

- "Emê Qanal Îstanbulê çêbikin"

Erdogan got ew bixwazin jî, nexwazin jî ewê Qanal Îstanbulê çêbikin û wiha pê da çû: "Emê an bi Çêbike-Bixebitîne-Dewr Bike an jî bi budceya neteweyî va wê çêbikin. Türkiye xwedî wê hêzê ye ku vê bi xwe çêbike."

- 'Stêrkên Teknolojiya Siberojê'

Serok Erdogan got wan bernameya 'Stêrkên Teknolojiya Siberojê' daye destpêkirin û wiha axivî: "Ji bo perwerdekirina zanyar û miteşebisên teknolojiyê yên siberojê me bernameya 'Stêrkên Teknolojiya Siberojê' da destpêkirin. Bi serkêşiya Wezareta me ya Pîşesazî û Teknolojiyê em ê di nava du salan da li 81 parêzgehan 100 atolyeyên teknolojiyê yên biceribîne-çêbike, ava bikin."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE