"Ew çalên ku terorîstan vedidin da em wan çal dikin''

Serok Erdogan: "Em timî di mêjiyê terorîstan da ne, ew çalên ku ew vedidin da em wan çal dikin, em ê çalkirina wan bidomînin."

"Ew çalên ku terorîstan vedidin da em wan çal dikin''

Serok Recep Tayyîp Erdogan li Esenlerê beşdarî merasima vekirinê ya komî ya Baxçeyê Millet ê 15ê Tîrmehê û Proje û Tesîsên ku Çêkirina Wan Kuta Bûne bû.

Erdoğan li ser girîngiya Stenbolê sekinî û wiha got: "Em dizanin kesên vî bajarî ku qasî 600 salan e yê me ye ji me ra zêde dibînin, hê hene. Di nav sedemên dijminatiya dijî welat û gelê me da ya herî sereke yek jî aha Stenbol e."

Serok Erdogan li ser xizmetên ku li Stenbolê kirin sekinî û got: "Me pirsgirêka ava Stenbolê çareser kir. Heta sala 2040î pirsgirêkeke wiha tuneye."

Serok Erdogan diyar kir, li ser rewşa Stenbolê ya dema ku ew bû şaredarê bajarê mezin ê Stenbolê sekinî û got ku çiyayên zibil li Stenbolê hebûn û wan şaredarî ji CHPyê stendibû û wiha dewam kir:

"CHP zibil, bêavî, qirêjiya hewayê ye. CHP xizanî ye, CHP qedexe ne û xizaniya herî mezin e. Stenbol di heyama CHPyê da ji bêaviyê ziwa bûbû, bêhn dida. Li ber kaniyên ji dema Osmaniyan mane rêza avê yê dirêj hebûn. Kemal Beg, xebera te ji van tune, wê demê tu li ku bûyî? Wê demê tu nizanibû ev kar çawa tê çêkirin. Kemal Beg, tu xizmeteke wiha (xaza sirûştî) him jî li ser kursiya Meclisê reş dikî, eyb e, eyb, eyb... Hînekî bibe xwedî îzan."

Erdogan got ku îqtidara hawirdorparêz kîjan e, şaredariya hawirdorparêz kîjan e hûnê bibînin û wiha dewam kir: "Hawirdorparêzî karê me ye, şaredarîkarî karê me ye, xizmet karê me ye. Em ji bo vî milletî ne ji bo ku bibin efendî, ji bo ku bibin xizmetkar hatin. Ferqa me ev e. Em Baxçeyê Milet ê 15ê Tîrmehê ku bedela veberhênana wî 55 trilyon lire ye, îro bi fermî seba xizmetê vedikin."

Serok Erdogan ragihand ku terorîstên ku wan çalan vedidin, ew ê wan terorîstan di çalên wan da çal bikin û wiha dewam kir: "Em timî di mêjiyê terorîstan da ne, ew çalên ku ew vedidin da em wan çal dikin, em ê çalkirina wan bidomînin."

Erdogan ragihand ku li Stenbolê hejmara aboneyên ku seba deynê wan ava wan hatiye birî 23 hezar e û wiha dewam kir: "Li Stenbolê di nav bi tevahî 600 milyon û 300 hezar aboneyî da hejmara aboneyên ku ava wan ji ber deynê wan hatiye birîn 23 hezar e. Bi gotineke din va ji hezarî 37 in."

Erdogan destnîşan kir ku Tirkiye hin perçeyên F-35an çêdike û wiha dewam kir, "Amerîka F-35an çê dike. Ji wan wê 120 heb wê ji me ra jî bên. Wek Tirkiye em hin perçeyên wan çêdikin."

Erdogan got, "Bêşansiya Tirkiyeyê ew e ku partiya mixalefeta sereke di bin esareta hişmendiyeke wiha da ye" û wiha dewam kir:

"Bay Kemal hûnê nikaribin kesî derxin kuçeyan. Binêr ez ji te ra tiştekî bêjim, ev der ne Parîs e, ev der ne Hollanda ye jî. Heke tu weke bûyerên Geziyê tevesulî hin tiştan bikî, heke tu wisa zen dikî ku tê bi hin kesên ku li ser wê têlevîzyonê kê ye ne diyar e, xwenezan û hednezan e û dewetî kuçeyan dike ra tevkariyê bikî, tu bizane ku vî miletî di 15ê Tîrmehê da ev meydan ji FETOcî û xulamê wan ra çawa teng kirin, wê dîsa teng bikin. Tu vê wiha bizane. Di şeva 15ê Tîrmehê da dibe ku tu ji nav tankan ra revîbî û çûbî Şaredariya Bakirkoyê, lê bizane ku tê vê carê firsenda revê jî nebînî."

AA

Dîroka nûkirinê: 16 Kanûn 2018, 18:06
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE