''Ewê fêm bikin ku Türkiye dikare wan nexşerêyên ku tên sepandin biqelişîne''

Serok Erdogan: "Ewê fêm bikin ku Türkiye xwedî wê hêza siyasî, eskerî û aboriyê ye ku wan nexşerê û belgeyên bêexlaq ên li ser me tên ferzkirin dikare biqelişîne."

''Ewê fêm bikin ku Türkiye dikare wan nexşerêyên ku tên sepandin biqelişîne''

Serok Recep Tayyîp Erdogan anî ziman ku Türkiyeyê pêşketinên ku tevî qadên din di warê tenduristiyê de kir, di serdema Kovîd-19ê de baştir hatin fêmkirin.

Serok Erdogan beşdarî Merasima Vekirina Nexweşxaneya Bajêr a Prof. Dr. Suleyman Yalçın a li Goztepeyê bû û gotarek pêşkêş kir.

Erdogan got, "Mamosteyê me Prof. Dr. Suleyman Yalçin him di qada tipê da zanyarekî pir girîng e, him jî ji bo jiyana fikr û ramanê ya welatê me merivekî dozê ye ku feydeya wê gihîştiye me."

Serok Erdogan got, "Nexweşxaneya Bajêr a Prof. Dr. Suleyman Yalçın a li Goztepeyê bila ji Stenbola me, welatê me û gelê me ra li ser xêrê be. Bi vê nexweşxaneyê va me li tevahiyê welêt 16 nexweşxaneyên bajêr vekirin."

Serok Erdogan: "Di demên dawîn da her çiqas pêketî û hejmara nexweşan zêde bibe jî pergala me ya tenduristiyê hê li ser piyan e. Türkiyeyê pêşketinên ku tevî qadên din di warê tenduristiyê de kir, di serdema Kovîd-19ê de baştir hatin fêmkirin."

Erdogan ji bo şewba Kovîd-19ê got, "Heta çareya vê nexweşiyê bê dîtin her yek welatiyê me wê tevdîra xwe bi xwe bibîne. Mixabin em dibêjin di dawetan de baldar bin, kes baldar nîne. Em dibêjin jihevdûrî û maske kes pabend nabe. Ji bo ku welatê me deryayê derbas ke û di çem de nexeniqe, pêdivê em hemû pêkve li dijî vê şewba mûsibet bisekinin. Di serî da xebatkarên me yên tenduristiyê heqê merivên me yên ku dixebitin ancax em dikarin bi tevgereke berpirsyar va bidin."

Serok Erdogan destnîşan kir ku di rabirdûyê de bi sedema bêistiqrariyên siyasî, nearamiyên civakî, êrîşên derve û hundir, Türkiyeyê wext û enerjiya xwe gelekî serifand û got, "Emê rê nedin Tirkiye dubare bikeve wê xefikê. Ji bo yekîtî, hevrabûn û biratiya miletê me bê parastin û xurtkirin çi ji destê me tê emê dîsa bikin. Ji bo dewleta me di her qadê da bigihêje armanc û xeyalên me emê şev û roj xebatê bidomînin.

Erdogan bal kişand ser wê yekê ku hinek alî bi dizî yan eşkere dijminatiya Türkiyeyê dikin û wiha pêde çû:

"Ewên ku dijminiya xwe mixabin li hember raya giştî jî tînin ziman, emê senaryoyên wan ên siyasî yeko yeko bidirînin û biavêjin nav zibil. Her êrîşa ku em rastî wê tên, her qeyran baş nîşan dide ku Türkiye di qada hilberîn, bazirganî, teknolojî, îxracat, pîşesaziya parastinê û xizmetên bingehîn da gihîştiye ku derê. Ewê fêm bikin ku Tirkiye xwedî wê hêza siyasî, eskerî û aboriyê ye ku wan nexşerê û belgeyên bêexlaq ên li ser me tên ferzkirin dikare biqelişîne."

Erdogan tekezî li wê yekê kir ku Türkiye êdî ne Türkiyeya berê ye û wiha got, "Hemd ji Xwedê re êdî Türkiyeyeke wisa heye ku bi xwe bawer e, qebareya xwe, hêz û qada tevgera yên li hemberê xwe dizane, dikare piştevaniya bi dû xwe de, veguhêze bo encamên berceste. Em weke Türkiyeyê û gelê wê, amadekariya me ji bo her îhtimal û encamê heye. Li her derê, her hevdîtinê û her peyamê da em dibêjin bi şertê edaletê Türkiye amade ye ku her cure parvekirinê bike."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE